Kurdî pêkanîna şoreşê ye
Muzîkjen Hesen Olçen muzîkê weke pira di navbera gelan de bibîne jî, bi giştî huner weke pêkhatina şoreşê dinirxîne. Ew ji bo azadiya muzîka li kolanan jî bi gotinên, “Ti hêz û kes nikare bendan li pêş muzîkjenên kolanan deynin” îfade dike.
DENÎZ ÎKE / AMED
Muzîkjen Hesen Olçen dibêje, li kolanan strana bi Kurdî ji bo wî weke ruhê duyemîn e û li gorî wî, muzîka Kurdî ji muzîka neteweyên din cudatir e û wekî xebateke pêkanîna şoreşê ye.
Muzîkjenê kolanan Hesen Olçen sala 2008 û 2009’an li Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (NÇM) dest bi perwerdehiya tembûr û gîtarê kiriye û di heman demê de jî li kolanên Stenbolê muzîkjenî kiriye. Olçen da zanîn ku dema ew li NÇM’ê li ser tembûr û gîtarê perwerde dibû, li kolanan jî bi Kurdî stran digotin. Olçen got, perwerdehiya li NÇM’ê û strangotina li kolanên xeribiyê bandor li wî kiriye û bi hezkirineke mezin vedigere Amedê û tevlî nava xebatên çand û hunerê Kurdî dibe.
Serpêhatiya sirûda Serxwebûnê
Olçen anî ziman ku zext û polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî bandoreke mezin li wî kiriye û ji ber vê yekê jî li ser stran û kilamên Kurdî wî xebat daye meşandin. Olçen da zanîn ku ji ber zextên li ser Kurdî û berxwedana li çar aliyên Kurdistanê sirûdeke bi navê ‘Serxwebûn’ nivîsandiye û wiha axivî: “Dewleta Tirk sala 2011’an li Kurdistanê şerekî kûr û qirêj dabû destpêkirin, li aliyekî operasyonên eskerî, li aliyê din pêlên destgîrkirin, girtin û qedexeyên li ser Kurdî. Di vê serdemê de li her aliyê Kurdistanê têkoşîn û berxwedaneke bê hempa li dijî dagirkeriyê dihat meşandin û min jî xwest bibim parçeyek ji vê berxwedanê û min sirûda ‘Serxwebûnê’ nivîsand.”
Bi têkoşînê îfadekirina çand û huner
Li gorî Hesen Olçen li kolanan strandina bi Kurdî weke ruhê duyemîn e û li ser muzîka Kurdî wiha axivî: “Muzîka Kurdî ji muzîka neteweyên din cudatir e û wekî xebateke pêkanîna şoreşê ye. Her dem gelê Kurd di têkoşîna xwe de jî çand û hunerê xwe aniye ziman. Di hemû şoreşan de ya ku nehêle berxwedan bişike, çand û huner e. Ji ber vê yekê jî her dem welatên dagirker êrişî çanda Kurdan kiriye, çand û hunerê Kurdan weke tehlûke dîtiye. Bi taybetî jî êrişî muzîkjenên li kolanan dikin.”
Weke pireke di navbera gelan de muzîk
Hesen Olçen muzîkê weke pira di nava gelan de dibîne û dibêje: “Muzîk reng û awaza jiyanê ye, muzîk êş û azara gelan e. Muzîk hestên mirovan vedibîje, yên ku mirov nikarin bînin ziman. Mirov hemû kêliyên jiyanê, hezkirin, êş, destan û çîrokan bi şêwazê muzîkê vedibêje. Muzîk neynika civakê û pira di nava gelan de ye.”
Kolan li bendan naaliqin
Muzîkjen Hesen Olçen li ser muzîkjeniya kolanan jî got, “Muzîka li kolanan xweîfadekirin e, ti hêz û kes nikare bendan li pêş muzîkjenên kolanan deynin. Muzîkjenên kolanan sînoran nas nakin û heta awazên wan derdikeve, diqîrin. Muzîkjenên kolanan reng û dengê civakê ne. Hunermend û muzîkjen divê berdevkê civaka xwe bin û ji bo civaka xwe bilorînîn. Ji bo me cih ne girîng e, li ku derê dibe bila bibe em ê awaza xwe bibêjin û xwe ji civakê qut nekin. Muzîkjenên kolanan bi civakê hene û ronahiya civakê ne.”