Zimanzanên Kurd û biyanî li paytexta Hollanda Amsterdamê di navbera 27 û 28’ê Tebaxê de di Konferansa Zimanê Kurdî ya Navneteweyî de hatin cem hev. Di konferansê de di zimanê Kurdî de guherandinên zanistî, têkiliya vê ya bi zimanên cîran re, fonolojî, analîzên gramatîk, geşedananê wê yê dirokî, gotar hatin pêşkeşkirin. 

Konferans li Zaningeha Amsterdamê di avahiya Zimanzaniyê de pêk hat. Di konferasê de zimanê Kurdî û zaravayên vê, cihêrengiya diyalekt û herêmî, pirsgirêk û geşedanên zanistî hat guftûgo kirin û miqayeseyên berfireh bi model û profîlên zimanên din re bi mijarên aktuel û dirokî hat kirin.    

Organîzatorên konferansê ji Zaningeha Alparslan a Mûşê Songul Gundogdu, Ji Zaningeha Amsterdamê Margreet Dorlijn û ji Zaningeha Bambergê Ergîn Opengîn bûn. 

Di konferansa ku bi moderatoriya Songul Gundogdu pêkhat de, roja ewilî Gundogdu gotarek li ser morfolojî û peyvsaziya Kurmancî û têkildarî vê pêşketin û pirsgirêkên vê pêşkeş kir û pirsên beşdaran bersivandin. Her wiha Gholam Hosein û Karimi Doostan ên ku ji Başûrê Kurdistanê jî li ser heman mijarê gotarên xwe pêşkeş kirin. 

Birgul Yilmaz jî bi serenava “Ziman û Herêm” xebata xwe ya zanistî ya bi naveroka ‘di nav Kurdan de xîtab û reftaran’ vegot. Pişte jî Geoffrey Haig û Baydaa Mustafa li ser bijartina ziman û ceribandineke xebat û guherînên di navbera nifşan de gotarên xwe pêşkeş kirin. Ji Zaningeha Yuzuncu Yil a Wanê Îskender Gelir jî ji bo pêşîgirtina bişavtinê îşaret bi kreşan kir û got ji bo rizgarbûna ji bişavtinê yekane rê perwerdeya bi zimanê dayikê ye.     

Annette Herkenrath di Kurmancî de lêzêdebûna peyvan û ahangdariya vê û têkiliya vê ya bi zimanên gerdûnî re analîz kir.  


Pir zaravayîbûyîn 

Prof. Geoffrey Haig mijara zimanên ku bi çar zaravayan pêktên û pêwendiya van ya bi zimanên din rawestiya. Ergîn Opengîn jî li ser têkilyên navxweyî yên zaravayên Kurdî, guherîn û geşedanên vê ya zanistî pêşkeş kir.   

Prof. Donald Stilo têkilya zimanên Îranê bi zimanê din re, geşedana zimanên Ermenî, Azerî û Gurcî û têkiliyên wan bi zimanên Îranî û Kurdî re, her wiha bandor û pêwendiyên vê rave kir. 


Asîmîlayon û tedbîrên li dij vê

Di Konferansa ku 40 akademîsyen tevlî bûbû de, di roja duyemîn de, tehlûkeyên wendabûna zaravayên Kurdî, asîmîlasyon û tedbîrên li dijî asîmîsyonê hat minaqeşekirin û akademîsyenan xebatên xwe derbarê vê yekê de vegotin. 

Yaron Matras, Carlie Hanson, Daniel Barry, Karimi Doostan, Fatemeh Daneshpazhoud, Maximilian Kinzler, Sara Belelli, Erik Anonby, Jaffer Sheyholislami û Masoud Mahammarirad cihêrengiya zaravayan a herêmî û pêwendiya wan a bi zimanê Îranî re, analîz kirin. 


Diyalekta Kurdên Anatoliya Navîn

Salîh Akin jî li ser diyalekta Kurdên Anatoliya Navîn, şêwaz, guherîn û veguherîna zimanî rawestiya. Ronak Moradî analîza di zimanan de pêşniyaz û lêkerên alîkar kir. Soep Rezaei û Ava Bahramî derbarê rewşa ziman, prestîj û zindîbûna vê û desteka dezgehî de axivîn.

Yuksel Gonul jî politkayên dewleta Tirk a li ser zimanê Kurdî, bandora vê, girseya nivîskar û xwîneran, kampanyayên ragihandinê, perwede û rewşa resmî vegot. 


Tiştê ku ji destê me tê emê bikin

Aveen M. Hasan û Rebeen Rasheed di ziman de cihguherîn, pêvek û binyada diyalektîk lêkolîn kir. Michael Chyet têkiliya Kurdî bi zimanê Aramî re kir mijara gotara xwe.

Mevanê konferansê yê talî Prof. Yaron Matras têkiliya zaravayên Kurdî û tiştên ku li hev zêde dikin, minaqeşe kir. Herî dawî Margreet Dorleijn axivî û derbarê konferansê de ev tişt gotin: ”Em bi mazûvaniya konferanseke bi vî hawî gellek kêfxweş in. Ji vir şûnde ji bo pêşketina zimanê Kurdî û pêşîlêgirtina asîmasyonê tiştê ku ji destê me tê em ê bikin.”


RONÎ YILDIRIM/AMSTERDAM