Dewlet organîze dike
Dibistanên Dost û Can ên ku li Êlihê hatine vekirin, bi piştgiriya Midûriyeta Perwerdehiya Millî ya Êlihê ve hemû alavên hundirê dibistanan hatine standin û bicihkirin. Balkêşe ku alavên li dibistana Dost hatine bicihkirin hemû nû ne. Ji bo dibistana Can û Dost her yekê avahiya 3 qat hatiye kirêkirin. Li bendê ye ku ev dibistan di 23’ê Îlonê de dest bi serdema perwerdehiyê bikin û dê li van dibistanan bi zimanê Erebî wek fermî ders bê dayîn. Pirtûkên dersên Erebî jî ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Muxalîfên Sûriyeyê ya li Dîlokê bên şandin. Hate hînbûn ku dê li van her du dibistanan jî dersa zimanê kurdî wek zimanê bijarte bê dayîn.
Ders bi Erebî ne
Gerînendeyê Dibistana Dost a ku dê Erebî ders lê bê dayîn Fewaz Rawî ku ji Qamişloyê ye diyar kir ku 300 zarok ji bo li dibistanê bixwînin serlêdan kirine û wiha got: “Xwendekar ji zarokên kurd û ereb pêk tên. Zimanê fermî yê dibistanê erebî ye. Hemû alavên hundirê dibistanê ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiya Millî ya Êlihê ve hatin bicihkirin. Zarokên ku li vir perwerdehiyê bibînin, temenê wan di navbera 6 û 15’an de diguhere. Li dibistana me 12 pol hene. Dê hemû ders bi erebî bên dayîn.” Rawî destnîşan kir ku dibistana wan girêdayî Wezareta Perwerdehiya Muxalîfên Sûriyeyê ya li Dîlokê ye û got ku hikûmeta Tirkiyeyê jî destûra perwerdehiyê daye wan.
Çima Kurdî qedexe ye´
Gerînendeyê Dibistana Can a Sûriyeyê yê ji Amûdê Usame Dawid jî diyar kir ku dibistanên wan ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve tê destekirin û got ku wan bi destûra fermî ya Tirkiyeyê vê dibistanê vekirine. Dawid bilêv kir ku kîjan gel li ser xaka xwe bijî lazime bi zimanê xwe biaxive û zimanê wan bibe yê perwerdehiyê û wiha pê de çû: “Qedexekirina zimanan li pêşiya pêşketina gelan dibe asteng. Bi pişaftina li ser zimanê kurdî tê xwestin ku ev gel bi zimanê derdora xwe biaxive. Dixwazin bi pişaftinê kurdan teşwîqî zimanekî din bikin. Pêwîste hemû pirsgirêkên gelê kurd li Tirkiyeyê bi rêbazek demokratîk bên çareserkirin. Di serdemek wiha pêvajoya aştiyê de qedexekirina ziman û dibistanên kurdî ne rast e.”
DIHA/ÊLIH