Ev koma ciwanan ku ji 20 kesan pêk tê li kampa havînê ya li Westanê di bin berpirsyariya Sedat Dîlekçî de dimînin.  Dîlekçî zextê li ser ciwanan dike û ji wan re dibêje, “Ji wezaretê ji me re nivîs hatiye Kurdî axaftin û stran vegotin qedexe ye” û ciwanan hişyar dike.

Ligel nîqaşên li ser zimanê Kurdî di navbera ciwanan û Dîlekçî de didome. Dîlekçî jî ji ciwanan re vê banga xwe nijadperstî dibêje, “Ya hûnê pergala dewleta me qebul bikin an jî hûn bi Kurdî naxivin û stranan nabêjin. Ger ku hûn pergala dewleta me qebul nekin bicehimin derkevin biçin serê çiyan.” Li gel van hişyariyên Dîlekçî yên nijadperest ciwanan jî li hember wî bertekên tund nîşan dane û xwe parastine. Ji van 20 ciwanan ciwanê bi navê Yahya Erol û Mehmet Kaçar vê mexduriyeta ku li kampa seyranê ji ajansa me DÎHA’yê re vegotin.
Ciwanê bi navê Yahya Erol ê 22 salî, diyar kir ku ji ber ku bi Kurdî axivîne û stran gotine rastî nijadperestiya şefê kampê Muhammed Enes û Sedat Dîlekçî hatine û wiha got: “Sedat Dîlekçî ji me re got, ‘Ev Kurdî filan qedexe ye. Ev der saziyek fermî ya dewletê ye. Hûn nikarin tiştek wisa bikin qedexe ye û hûn nikarin biaxivin.’ Ji ber ku em bi Kurdî axivin ji aliyê Sedat Dîlekçî ve hatin bêdengkirin. Me di 21 tîrmehê de mesele ji midurê Midûriyeta Spor û Ximetên Ciwanan a Bajêrê Wanê re got. Ew î jî piştgirî da me. Dema em bi midûr re axivîn Sedat Dîlkçî jî li cem bû û ew jî tevli tiştên ku midûr got bû.”

Rastî kirinên xirab hatin

Erol got: "Li kampê hefteyek li me zilm kirin. Her tim qedexeyan danîn pêşiya me. Me hemûyan li wir xistin asteke bê rêziyê. Wan gotinên wî qet ne xweş bûn û viya tiştek xemgînî ye. Em hemû bêdeng kirin.”
Ciwanê bi navê Mehmet Kaçar ê 17 salî anî ziman ku di vê pêvajoya aşîtiyê de qedexekirina Kurdî qet nayê qebulkirin û da zanîn ew ciwanan vê yekê qet qebul nakin û wiha axivî: “Li Kampê hefteyek sax êvarê heta şev me dixistin kuncikan û digotin Kurdî qedexe ye û astengiyan derdixistin pêşberî me. Sepandina qedexeya Kurdî nîşanî me dan. Her tim li hember me derketin.”
Kaçar, anî ziman ku wan serî li Midûriyeta Bajêr a Xizmeta Ciwanan dane û got ku encamek ji viya dernekeve dê bûyerê bibin walîtiyê û gilî bikin.

Hewldana astengkirina nûçeyê  

Ji Kampa Havînê ya Westanê ku Sedat Dîlekçî jî berpirsyarê wiha bersiva pirsên me da: “Îdîayek wisa ne rast e. Min wisa ji tu kesî re negotiye. Tenê me hinek nîqaş kir. Li gorî min ku hûn nûçeyê çênekin dê baştir bibe. Ji bo mêvanên me ku ji cihên cuda tên di mijara ziman de wan hişyar kir. Em jî li gorî hesasiyeta pêvajoyê tevdigerin. Ziman li cem ne qedexe ye tenê me got tevli şêwazan bibin. Tenê di serê xwe de sazkirina van îdiayan çêkirine û di derheqê min de van îdiayan bi kar anîne. Ger ku hûn vê nûçeyê biweşînin ez ê di derbarê ajansa we de lêpirsîn bidim destpêkirin. Hûn ne mecbûrin wek ajans van mijarên wisa bikin mijara nûçeyan.”


BÎLAL GULDEM/DÎHA/ÊLIH