BÎLAL GULDEM
MA/AMED
Di wêjeya Kurdî de têgehek ango navê “Zerîba” nû ye. Helbestkar Mem Bawer nivîsandiye. Wateya peyvê jî ji zeriya bayê tê. Zerî û ba dema ku tên kêleka hev dibe navek xweştirîn û taybet. Mirov dikare ji bo peyvê bêje xweşika nav xweşika.Lê bes dema carekê tu dest pê dikî, tu bixwazî bisekinî jî guhdarên te ji te hez dikin ew qîma xwe naynin ku tu bisekinî. Ev albûma dawî hinek jî bi zexta guhdarvanan derket. Ez ji vê têkilî û eleqedariya guhdarvanan re spas dikim.
Hunermend Jan Axîn ê bi awayê rockê muzîka Kurdî dijene beriya bi çendekê bi albûma xwe ya nû ’Zerîba’ derket pêşberî guhdarên xwe. Her wiha ew xwe ji strîna klasîkên Kurdî jî nahêle. Lewre ew tîne zimên ku têsîra hunermendên Kurd ên klasîk lê bûye û wan hunermendan wek awêneya muzîka Kurdî pênase dike.
Axîn piştî albûmên “Bajar” û “Evînên Şikestî” demek dirêj şûn ve albûma “Zerîba” derxist. Berhema Axîn çejeke hînîk li mirov peyda dike ku ew dibêje: “Naveroka stranan her tim mirovan ber bi rê ve dibe.“
Nasîna we ya bi muzîkê re çawa dest pê dike?
Wek gelek hunermendan min jî ji zarokatiya xwe dest bi xebatên muzikê kir. Min di zarokatiya xwe de çi didît li wê guhdar dikir. Di wê demê de ewqas stranên Kurdî jî bi destê me nediketin. Lê çiqas bi destê me biketana me li wan guhdarî dikir. Piştî ez mezin bûm min enstrûman peyda kir û min li enstrûmanan xist. Tu bi guhdarkirinê heta rojekê diçî û pişt re tu dibêjî ka ez jî tiştekî bêjim. Guhdariya muzîkê kir ku kurmê muzîkjeniyê li min peyda bibe. Ji guhdarkirinê ber bi pêvajoya berhem çêkirinê ve hatim.
Hestên stranan di nava mirovan de hene. Heke ku ew hest tine bin, bi xebatê û bi tena serê xwe tiştek dernakeve. Jixwe dikarim bêjim stranbêjî di ruhê min de hebû. Heval û dostan digot dengê te xweş e û bi min stranan didan gotin. Ew arastekirina hevalên min bû hêz û baweriyek.
Bandora kê li te bûye?
Hunermendên mîna Miradê Kinê, Mihemed Arifê Cizrawî, Tahsîn Taha, Mihemed Şêxo, Eyşe Şan, Meryem Xan û gelek hunermendên îro xurtbûyîna me û bingeha me ne. Ez di bin bandora wan de mame. Bi taybetî dikarim hinekî li ser Miradê Kinê bisekinim. Mirovekî gelek serbest e. Dikare bi awayeke jixweberî stranekê çêke û lê bide û bêje. Xwedî mezintirîn taybetmendî ye. Mînak divê ku her kes “Xezal xezal” ji Mihemed Arifê Cizrawî guhdar bike. Kes nikare wek wî bêje.
Îro dema em çi çaxê behsa muzîka Kurdî ya klasîk bikin, em neçarin navê van hunermendên hêja bînin zimên. Ji wan kevintirîn jî hene. Em dikarin heta Evdalê Zeynikê jî biçin. Lê wê komê îro bingeheke mezin ji me re ava kiriye û awêneya muzîka Kurdî ne. Min muzîka Kurdî bi wan nas kir. Heke îro bingeheke min hebe, ew bingeh ji wan tê. Em jî li ser rê û rêça wan diçin. Ez muzîka rockê ango Ewrûpî çêdikim lê bes, ez nikarim ji wî ruhê muzîka Kurdî ya klasîk dûr bikevim. Ez pê ve girêdayî me.
Tişta ku tu arasteyî tarzê muzîka rockê kir çibû? Terza te çawa ye?
Ji bo tarza rockê mirov ewil li dengê xwe guhdarî dike. Hinek li rihê xwe guhdarî dike. Ez jî dengê cureyên gîtaran hez dikim. Tonaja dengê min û dengê rockê li hev e. Ji xeynî vê jî dixwazim wek îspat jî tiştek bêjim. Şêwaza zimanê Kurdî, ji bo muzîka rockê ango rocka cîhanê li hev hatine. Ahenga zimanê Kurdî û muzîka rockê hev digire û li hev tîne. Berî her tiştî ji muzîka rockê hez dikim û pir û pir lê guhdarî dikim. Ez li kes û komên cîhanê guhdar dikim û dişopînim.
Komên rockê yên biyanî ku nû derdikevin, îro ev hunermendên nû nikarin şûna stranbêjên rockê yên berê bigirin. Çawa ku îro em nikarin şûna hunermendên me yên nemir bigirin. Ez li ser rihê hunermendên biyanî yên rockê me.
Komeke wek Pînk Floyd yanî mirov dibêje van însanên han, wefat bikin wê kî cihê wan bigire? A rast pirsek wiha bersiva xwe nabîne. Ez hin bêtir li kevnê wan guhdarî dikim.
Xebatên li ser rockê ya Kurdî beriya Koma Wetan jî hene. Lê cara yekem wek albûm bi Koma Wetan me dît û em pê jiyan. Tarz û stranên wan xweş bûn û îro jî hîn xweş in.
Zerîba çawa hilberî?
Projeya albûma “Zerîba” projeyek kevn e. Me dixwest em ji mêj ve vê albûmê qeyt bikin. Lê bes şert û mercên jiyanê derfet nedan me û di destê me de ma. Encax em pê re gihan û di vê serdemê de derxin. Piştî albûma “Evînên Şikestî” zor û zextên jiyanê bandorek neyînî li ser xebatê kirin. Ji ber şert û mercan navbereke dirêj ket navbera xebatên min. Lê bes dema carekê tu dest pê dikî, tu bixwazî bisekinî jî guhdarên te ji te hez dikin ew qîma xwe naynin ku tu bisekinî. Ev albûma dawî hinek jî bi zexta guhdaran derket. Ez ji vê têkilî û eleqedariya guhdarvanan re spas dikim.
Zerîba weke konseptekê derket. Album ji 6 stranan pêk tê. Îro şert û merc guherîne. Îro êdî ew dem nemaye ku mirov rahêjin CD’yekê û lê guhdarî bikin. Ji ber ku her tişt bûye dîjîtal û li ser înternetê tê guhdarkirin. Ev yek jî zihabûneke gelek zû derdixe pêş. Ji ber wê min nexwest ez gelek stranan di albûmê de bi cih bikim. Ji bo ku her şeş stran baş bên guhdarkirin û fêmkirin me wiha çêkir.
Dilê guhdaran xwe li kîjan stranan danî?
Di nav van stranên albûmê de helbesteke Murathan Mungan heye. Ez vêya jî girîng dibînim. Ji ber ku ev cara yekem e ku Murathan Mungan bi albûma “Zerîba” di nav muzîka Kurdî de cih girt. Ev jî tiştekî pîroz e. Wî gelek dixwest helbesteke wî bibe, straneke bi Kurdî. Navê stranê “Dilşikestî” ye. Albûm bi terzê rockê derket û li gorî xwe formeke cuda çêbû. Piştî berhem derket, ez fikirim ku xwezî min ewqas navber nexista nav xebatên xwe. Em ê wek standardekê heta dawî xebatên xwe bidomînin.
Muzîk hunerek wisa ye ku sînema, şano û hemû beşên din ên hunerê pê ve girêdayî ne. Wek ku nivîskarê Fransî Marcel Proust dibêje “Hemû huner dixwazin bigîhîjin heybeta muzîkê.” Ji ber ku heybeta muzîkê gelekî girîng û bi bandor e.
Di wêjeya Kurdî de têgehek ango navê “Zerîba” nû ye. Helbestkar Mem Bawer nivîsandiye. Wateya peyvê jî ji zeriya bayê tê. Zerî û ba dema ku tên kêleka hev dibe navek xweştirîn û taybet. Mirov dikare ji bo peyvê bêje xweşika nav xweşika.
Esasê stranên di albûma “Zerîba” de hemû rêwîtî ne. Mirov arasteyî ser rê dike û rê diherikîne. Rêya mirov pê didome. Sebra meriv pê tê. Mînakekê bidim; dema mirov li strana “Roniya Heyvê” guhdar dike, wek ku berî mirov dikeve ser riya Cizîrê.