Hejmara duyê ya berga heftan kovara lêkolînên Kurdî, Kurdish Studies derçû. Hejmara vê carê bi nivîsên li ser Kurdan ê dîrokî yên sedsalên 16 û 17´an ên Brîtanyayê û bi cografyaya parçebûna heyî ya siyasî ya Kurdistanê dadikeve.
Nivîsa sereke ya Gerald Maclean e; ew li vegotinên edebî û dîrokî yên Brîtanyayê yên sedsalên 16 û 17´an dinihêre û pê dadike ka di nava wan de Kurd û kurdistan çawa hatine dîtin. Allan Hassaniyan jî bi heman cografyayê dadikeve, lê li gorî parçebûna roja me ya îro ya li gorî sînorên netewe dewletan. Samme Dick jî berê xwe daye vegera van salên dawiyê ya Zerdeştîtiyê li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dinihêre.
FRANKFURT