Di vê hejmarê de ji bilî nivîsa edîtoriyê ya Martin van Bruinessen, Kemal Soleimani awirek gerandiye li helbesta Şêx Ubeydullah. Sinan Zeyneloğlu, Ibrahim Sirkeci û Yaprak Civelek bi lêkolîneke mekanî û demografîk serê xwe êşandiye bi guherîna zimên di nava Kurdên li Tirkiyeyê de.
Gotara Thomas McGee bi xwe, nexşeyeke çalakî û nasnameyê li Kobanê weke bersiveke krîza Kobanê nirxandiye. Joanna Bocheńska li xurtiya xeyala Kurdan digere da ku ji me re bibêje “Ka Kurd kî ne”.
Joost Jongerden bi xwe li ser mijara lêkolînê rawestiyaye û li ser mijara “lêkolîn weke angajmaneke çalak” hiziriye.
Rexne-metnên li ser pirtûkên zanistî
Ji bilî wê rexne nivîsên li ser pirtûkên David L. Phillips (The Kurdish Spring: A New Map of the Middle East / Bihara Kurdî: Nexçeyeke nû ya Rojhilata Navîn. Transaction Publishers, 2015), Bedross Der Matossian (Shattered Dreams of Revolution: From Liberty to Violence in the Late Ottoman Empire / Xewnên jihevdeketî yên şoreşê: Di demên dawî yên Osmanî de ji azadiyê ber bi şidetê. SUP, 2014), Yaniv Voller (The Kurdish Liberation Movement in Iraq: From Insurgency to Statehood / Tevgera Rizgariya Kurd li Iraqê: Ji serhildêriyê ber bi dewletbûnê ve. Routledge, 2014), Özlem Galip (Imagining Kurdistan: Identity, Culture and Society / Texeyulkirina Kurdistanê: Nasname, Çand û Civak. I.B. Tauris, 2015), Mahir A. Aziz (The Kurds of Iraq: Nationalism and Identity in Iraqi Kurdistan / Kurdên Iraqê: Neteweparêzî û Nasname li Kurdistana Iraqî. I.B. Taurus, 2015).
NAVENDA NÛÇEYAN