Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Çelê di çalakiya gerîlayan de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin. Navendê nasnameya 2 gerîlayên li Amedê şehîd bûyîn jî eşkere kir.
HPG´ê li ser şerê li Amedê piştî operasyona eskerî ya artêşa Tirk a dagirker rûdayî got, “3'ê Îlonê saet 4'an, hêzên dagirker bi helîkopterên êrişê yên tîpa Kobra bomberdûmaneke giran li herêmê kir. Helîkopterên ku derb xwarin, neçar man ji herêmê biçin. Artêşa dagirker piştî bomberdûmanê esker li herêmê danîn û di navbera eskerên dagirker û hêzên me de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de gelek eskerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn. Hejmara eskerên kuştî û birîndar nehate tespîtkirin. Hevalê me Hakî ku di şer de bi lehengî li dijî hêzên dijmin şer kir, di dema bomberdûmanê de şehîd bû. Hevalê me Kendal jî ku heta fîşeka xwe ya dawî li dijî dijmin şer kir, bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû."
HPG´ê nasnameya herdu gerîlayan wekî, Hakî Şiyar (Denîz Yuksel) ê li Mêrdînê ji dayik bûyî û Kendal Pîr (Ferdî Tûltak) ê li Mûşê ji dayik bûyî eşkere kir.
Ji bo çalakiya gerîlayan a 8´ê Îlonê ya li Çelê jî HPG´ê got, "Hêzên me 8'ê Îlonê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kir. Ji çar baskan ve, 2 çeper û stargeheke dijmin hatin rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin 4 eskerên dijmin hatin kuştin."
ANF/BEHDÎNAN