Bi taybetî li bakûrê Kurdistanê çalakiyên ku ev demeke berdewam dikim her diçin xûrt dibin û tê payin ku îro derkevin asta herî jor. Her wiha meşa dirêj a ciwanên başûrê Kurdistanê ku ji Silêmaniyê dane destpêkirin û ber bi Hewlêrê ve diçin doh ji Dûkanê ber bi Koysancaqê ve berdewam kir.

EDENE: Çalakiya grêva birçîbûnê ya li ber Mala Çand û Demokrasiyê ya Taxa Gulbahçesî ya navçeya Seyhan a Edeneyê tê lidarxistin, didome. Çalakvanan şeva din li qada çalakiyê li ber muzîkê dîlan girêdan û stran gotin. Di çalakiya ku dersa Kurdî jî hate dayîn de çalakiyên wekî şano jî hate lidarxistin. Çalakvanan di çalakiyê de daxwazên xwe yên mîna ‘Perwerdehiya bi zimanê zikmakî, Ji Ocalan re azadî, serbest berdana hemû girtiyên siyasî, û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi riyên demokratîk û muzakere’ carekî din anîn ziman û diyar kirin ku heta encamî bidest bixin dê çalakiyên xwe bidomînin. Her wiha ji bo piştgiriyê ji gelek taxên Edeneyê sedan kes hatin serdanê.
COLEMÊRG: Welatî û esnafên navçeya Gevera Colemêrgê, bi boneya roja 15’ê Sibatê salvegera radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şerhmezar bikin, kepeng û dikan venekir. Esnaf, beriya çalakiya Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ku 15’ê Sibatê şermezar bikin, neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Ji bilî firin û eczaneyan her der girtî ma.
WAN/MÛŞ: Welatî û esnafên navçeya Qelqeliya Wanê bi boneya roja 15’ê Sibatê salvegera radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şerhmezar bikin, kepeng û dikan venekir. Ji bilî firin û eczaneyan her der girtî û bêdengî ma. Hat hinbûn ku maşîneyên zirxî ji ber bûyerk îhtimalî li ber Midûriyeta Polîsan a navçeyê hatin bi cîhkirin. Li navçeya Melezgîrta Mûşê jî bi heman armancê esnafan dikan venekirin û bêdengî serdest bû.
SILÊMANÎ: ‘Meşa Drêj’ ya ji aliyê Ciwanên Başûrê Kurdistanê ve bi boneya şermezarkirina salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, beriya du rojan li Silêmaniyê hatibû destpêkirin, duh jî dom kir.
Ciwana piştî heft demjimêra şûnde gihiştin bajarê Dûkanê. Li Dûkanê jî ji aliyê girseyek qelebalix ve hate pêşwazî kirin. Daxuyaniya ku di armanca meşê de hatibû diyarkirin hate xwendin û armanca meşê hate ji girseyê re hate vegotin. Gelê Dûkanê jî bi dûrişmên wekî ‘Bijî Serok APO’, ‘Bijî Têkoşîna Ciwanan’ piştgiriya xwe da ravekirin.
Tevgera Ciwanên Welaparêz yê Kurdistanê bi dirûşma ‘Em Rêber Apo Azad bikin û dawî li Qikirinê bînin’ di berdewamiya meşa xwe de îro jî berê xwe da bidin bajarê Başûrê Kurdistanê ya Koysencaq’ê. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala Konfederalîzma Demokratîk û Komalên Ciwana hat hilgirtin.
AMED: Li Amedê Midûriyeta Polîsan ji ber salvegera 15’ê Sibatê roja anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê dest bi liv û tevgeran kir. Midûriyeta Polîsan a Amedê ji ber çalakiyan tedbîrên gelek berfireh girtin û li derdorên avayên Walîtiyê û Midûriyeta Polîsan tîmên taybet û hêzên çewîk bi cih kirin. Polîsan ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê destûra lêgerînê ya 15 rojan girt. Polîs dê li cihên bi guman lêgerînê pêk bînin û ketin û derketin bajar dest bi lêgerîna wesayîtan kirin. Bi fermana Midûrê Polîsan Mustafa Saglam destûra hemû polîsan hate rakirin hişyarî dan hemû polîsan.
Ji polîsan hate xwestin ku hemû kes amade be û di wesayîtên zirxî de bisekinin, polîsên nobetê digirin teqez yelekê çewîk li xwe bikin û gelek bi baldar bin.
SÊRT: Bi sedan kesên ku di navde endam û rêveberên BDP'ê, şaredar, enamên meclîsê, ÎHD, NÇM, Dayikên Aştiyê, TUHAD-DER, MEYA-DER, Komeleya Piştevaniya Jinan a Berfîn û saziyên din li ber avahiya BDP'ê kom bûn û çalakî pêk anîn. Li ser navê girsê Reveberê BDP'ê ya Sêrtê Remzî Ayhan, daxayuyanî da û polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî çareseriya pirsgirêka Kurd şermezar kir. Ayhan, xwest operasyonên siyasî û leşkeri bi dawî bibin û tecrîda li ser Ocalan tê meşandin rabe. Aydin, xwest ji bo çareseriyê şert û mercên Ocalan bê başkirin û muzakere dest pê bikin.
Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.
MÊRDÎN: Rêxistina BDP'ê ya Qoserê jî bi heman armancê çalakî pêk anî. Koma ku endam û rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdar bûn, pankarta "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" vekirin û li ber avahiya BDP'ê daxuşanî dan çapemeniyê. Komê li vir daxuyanî da û dowîzên ku 15'ê Sibatê şermezar dikin rakirin. Piştî daxuyainyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û belav bûn.  Li navçeya Nisêbînê jî koma ku di 11'e sibatê de set bi çalakiya gireva birçûbînê kir, dewrî koma 2'emîn kirin. Koma Girnewas ku li Navenda Çanda Mîtannî ya Nisêbînê ketibû çalakiyê, girev dewrî koma Girêmîra kir.
BEDLÎS: Rêxistina BDP'a Bedlîsê jî bi armanca 15'ê Sibatê şermezar kir. Koma ku li ber avahiya BDP'ê ko bû, heta Mizgefta Mezin meşiyan û li wir daxuyanî dan. Li ser navê komê Serokê BDP'a Bedlîsê Orhan Bezîrganoglu, daxuyanî da û 15'ê Sibatê şermezar kir. Rêxistina BDP'a Îzmîrê jî bi armanca banga tevlêbûna çalakiya sibê ku ji bo 15'ê Sibatê şermezar bikin kir. Serokê BDP'a Îzmirê Fuat Mikailoglu, daxuyanî da û xwest her kes sibê saet di 13.00'an de kom bibin û tev li meşê bibin.
ŞIRNEX: Li navçeya Cizîrê jî çalakiya gireva birçîbûnê ku di 11'ê Sibatê de dest pê kir û rastî mudaxaleya polîsan hat didome. Girseya ku xwest Konê Berxwedana Demokratîk vedin û rastî mudaxaleya polîsan hatin, çalakiya xwe li avahiya BDP'ê berdewam dikin.  Li navçeya Elkê ya Şirnexê jî endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê li ber avahiya BDP'ê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Komê piştî daxuyaniyê bi tevlêbûna 40 kesan gireva birçûbûnê da destpêkirin.
RIHA: Rêxistina BDP'e ya Rihayê jî bi heman armancê li avahiya BDP'ê ya bajar gireva birçîbûnê da destpêkirin. 50 kes tev li girevê bû û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" berz kir.
ELEZÎZ/ÇEWLÎK/DÊRSIM: Rêxistina BDP'ê yla Elezîzê jî çalakiya ku li avahiya xwe dabû destpêkirin didomîne. Li Çewlîkê jî koma ku ji 25 kesan pêk tê gireva birçîbûnê didomîne. Li Dêrsimê jî gireva birçûbûnê ku li avahiya BDP'ê hatibû destpêkirin diome.

NAVENDA NÛÇEYAN