Çalakî zêde dibin
Li herêma DEDAŞ'ê, çalakiya yekemîna li hemberî îdareya elektrîkê li navçeya Riha Sêweregê destpê kir û dûre li navçeya Şirnex Silopiyê dewam kir. Komeke ku di 30'ê Hezîranê roja Duşemê de li navçeya Silopiyê qutbûna elektrîkê protesto kir, li ser Rêya Îpekê bi şewitandina lastîkan re rê li çûn û hatinê girt û piştre avêt ser avahiya DEDAŞ'ê, avahî da ber agir. Ev çend roj in ji ber birîna elektrîkê li Silopiyê çalakî hene. Li navçeyên Mêrdînê jî, cotkaran nedayîna prîmên destekkirina çandiniyê ya ji ber deynê eletkrîkê protesto kiribûn, bi keviran êrîşî avahiya saziyê kiribûn û zerareke mezin a maddî li avahiyê rû dabû. Di protestoyên li Dêrik û Qoserê de, ji ber destwerdana hêzên ewletê bûyerên tundiyê jî rû dabûn.
Pirsgirêka avê jî rû da
Li Êlihê jî di hefteyên dawî de, qutbûna avê ya ji ber pêkanîna birîna elektrîkê ji aliyê DEDAŞ'ê ve, rê li ber nerazîbûnan vekir. Li ser vê yekê Hevşaredarên Êlihê 30'ê Hezîranê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel da xuyakirin ku mîna par îsal jî ji ber qutkirina elektrîkê ji aliyê DEDAŞ û TEÎAŞ'ê li gelek bajarên herêmê av jî qut bûne û got, "Heman pirsgirêkê em jî dijîn. Em neçarin der barê çavkanî û rastiya vê pirsgirêkê de gelê xwe agahdar bikin. Em dixwazin gelê me vê baş bizanibe; Sedema qutbûna ava li bajêr, ji ber qutbûna elektrîkê ye."
NAVENDA NÛÇEYAN