Li Başûr û li Rojava gellek partî,saziyên sivîl û kesayetên navdar piştgiriya xwe ji bo HPDê diyar dikin. Li Başûr Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê serdana DBPê kir ,Dr. Mahmûd Osman û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ( HRRK) bi daxuyaniyan ragihandin ku sekeftina HDPê serkeftina Kurdistanê ye.

Endamê Serokatiya Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê Behmen Hisêyîn û Rêvebrê PZK’ê Bêkes Qadir navenda DBP’ê a Hewlêrê ziyaret kirin û piştgiriya xwe ya bi HDP’ê re pêşkêş kir. Heyeta PZK’ê ji aliyê rêveberiya navenda DBP’ê Abid Îke û Şîlan Eminoglu ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîntinê de Berhem Hisêyîn diyar kir ku dem dema yekîtî û bihevrebûnê ye û ji ber vê yekê ew di hilbijartina 7’ê hezîranê de piştgiriyê didin HDP’ê. Hisêyîn bang li her kesî kir ku piştgiriyê bide HDP’ê. Hisêyîn destnîşan kir ku serkeftina HDP bi dest bixe wê bibe serkeftina tevahiya kurdan. Bêkes Qadir jî anî ziman ku em dibînin her roja ku diçe HDP mezin dibe û ev ji lîstikên dijmin ên qirêj biçûk dike û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne HDP’ê bendê derbas bike û ev ji tê wateye serkeftina hemû kurdan.”

Rêveberên DBP’ê diyar kir ku ew ji vê serdanê gelek keyfxweşbûne û wê serkeftina HDP’ê ji bo Rojhilata Navîn bibe sedemê xurtkirina demokratîkbûn û aştiyê.  


Mehmûd Osman: HDP’ê şansek e bo Kurdan

Siyasetmedar û parlementerê berê yê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman li ser hesabê xwe yê tûra civakî daxuyaniyek da û piştgiriya xwe ya bi HDP’ê re diyar kir. Osman anî ziman ku, serkeftina HDP’ê serkeftina me hemûya ne û wiha pê de çû: “Li hilbijartinên 7’ê Hezîranê ên Tirkiyeyê ji bo çareseriyê guncawin. Yekem care lîsteya HDP’ê herî zêde namzetên Kurd destnîşan dike, ev yek jî ji bo aştiyê şansek e”

Dr. Mehmûd Osman di dewama daxuyaniya xwe ya li ser tûra civakî de diyar kir ku, ev lîsteya HDP’ê ligel çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê a herî başe. Dr. Mehmûd Osman bi van hevokan axiftinên xwe bi dawî anî: “ Listeya HPD’ê demokrasî û serbestiyê pêktîne. Li parlementoyê wê hevsengiyêkî bi hêz pêkbîne û wê rê li pêşiya takekesî û yek partîtiyê bigre. Pêwîste hemû pêkhatiyên li Tirkiyeyê ên Tirk û Kurd biçin li ser sindoqan û deng bidin bi HDP’ê. Serkeftina HDP’ê serkeftina me hemûya ne.” 


DÎHA/NAVENDA NÛÇEYAN




Rewşenbîrên Kurd gotin HDP


Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ( HRRK) bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo partiya HDP di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de anî ziman. Di daxuyaniyê de bang li hemû kesên aştîxwaz û azadîxwazan hate kirin ku cihê xwe di nava projeya biratiya gelan û jiyana azad a bi rûmet de bigirin. 

Her wiha ji bo ku dengê xwe li dijî hêzên tarî û hişmendiya tekparêz bilind bikin bang li her kesî hat ku piştgiriya biratiya gelan bikin û dengê xwe bidin HDP’ê. 

Daxuyaniya HRRK wiha ye hat destnîşankirin ku HDP bi pirengiya xwe ruhê nûjenî û dîroka hevbeş a gelên herêmê û pêşeroja wan a hevbeş temsîl dike û wiha dewam kir:” Em wekî Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê em piştgiriya partiya HDP’ê dikin û bang li hemû hêzên aştîxwaz dikin ku hişyar bin û haya wan ji komployên ku bi destê hin hêzên tarî tên hûnandin hebe. Serketin wê para bijareka biratiya gelan û jiyana hevbeş be, serketin wê ya azadîxwaz û aştîxwazan be û ronahiya xwe bide hemû Rojhilata Navîn. 

Her wiha em hêzên tarî yên ku dixwazin hemû herêmê vegerînin tarîtiya serdemên berê şermezar dikin û bi dil can piştgiriya xwe ji bo biratiya gelan, aştî û jiyaneke bi rûmet dikin.”  


 ANHA