KNK’ê êrîşên rejîma Îranê yên li dijî kolberan û zextên wê li dijî gelê Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir û bang li Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt kir da ku piştgiriya xwepêşandêrên bajarên Bane, Merîwan, Serdeşt û gelemperiya Rojhilatê Kurdistanê bikin. 

KNK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dîroka 38 salên rejîma Îranê, dîroka kuştin, zindankirin, binçavkirin û tirsandina gelên Îranê ye û got, ev zilm û zordarî bi taybetî li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin.

KNK’ê bi bîr xist ku Kurdistan her tim bûye navenda azadîxwaziyê û desthilatên rejîma Îranê timî fetwa qirkirina Kurdan dane.

KNK´ê got, “Rejîma dagirker a Îranê bi vê armancê Rojhilatê Kurdistanê kiriye serbazgehên mezin, navend û bingehên îtlaat, pasdar û besîcan. Her wiha binemayên aboriya Kurdistanê jî wêran kirine. Bi ti awayî girîngî nedaye vejîna aboriya Kurdistanê. Bêkarî di nava civaka Kurdistanê de di asta bilind de ye. Gelê me bi zehmetiyeke giran jiyana xwe îdare dike û dewlet astengiyan derdixîne pêşiya rêyên peydakirina çavkaniyên debarê. Her roj bi hincetên cuda êrîşî gelê me dike.”

 

‘Rejîmê, Kurd neçarî kolberiyê hiştiye’

KNK´ê bi bîr xist ku karker û kedkarên Kurd neçar in, bi sedan kîlometreyan ji cihê xwe ji bo bidestxistina karekî demkurt biçin cihekî dûr û got, “Kolberî kasibiyek nîne ku Kurdistaniyan bi xwe hilbijartine. Ji ber ku zehmetkêşî û ked daneke ku bi ser de hatiye sepandin. Tevî vê yekê jî dewletên dagirker ên weke Tirkiye û Îran, mohra qeçaxçitiyê li wan dane, sivikatî pê kirine û ne qanûnî radigihînin. Hejmara kuştin û birîndarkirina kolberan roj bi roj zêde dibe.”


Yekîtî wê pêşiyê li planên dagirkeran bigire

Konseya Rêveber a KNK’ê hovîtiya Komara Îslamî ya Îranê ya li kolberan bi tundî şermezar kir. KNK’ê destnîşan kir ku bi zêdekirina hêzên xwe yên pasdar û eskeran li Kurdistanê, rejîma Îranê nikare deng û hewara gel a ji bo daxwazên mafên xwe yên rewa bibirre.

 Di dawiya daxuyaniya xwe de KNK’ê bang li gelê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt kir ku piştgiriya xwepêşandêrên bajarên Bane, Merîwan, Serdeşt û her bajarekî din ê Rojhilatê Kurdistanê bike û ev gotin kirin: “Bi pêkanîna vê yekîtiyê em dikarin pêşî li plan û êrîşên dagirkeran bigirin. Bi hemû hêz û şiyanê piştgiriya civîna Şêwra Neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê bike ku wê KNK 16-17’ê Îlonê li paytexta Swêdê Stockholmê pêk bîne.”