Li paytexta Ûrûgûayê Montevîdeoyê, çalakiyên bi navê “Kurdistan en Ûrûgûay/Kurdistan li Ûrûgûayê ye” dest pê kir.

Çalakiyan êvara 15’ê Adarê li Muzeya Koçberiyê ya MUMI/Montevîdeoyê, bi pêşangeha wêneyan a bi navê “Jin û Azadî” dest pê kir. Di merasîma vekirinê de Senatorê Komarparêz ê Ûrûgûayê Marcos Carambûla, Parlamentera Parlamenta Ûrûgûayê û ParlaSûr Lîlîan Galan, Dîrektorê Muzeyan, Çand û Zanistê ya Şaredariya Montevîdeo Jûan Canessa û Dîrektora Çandê ya Şaredariya Montevîdeo Marîana Petkovîc, nûnerên KoMîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re, Komîteya Piştgiriya bi Fîlîstînê re, Enstîtuya Mafên Mirovan, Komîsyona Jinê ya PIT-CNT, ku rêxistina sîwanî ya sendîkayên li Ûrûgûayê ye û gelek rayedar amade bûn.

Li ser navê Muzeya Koçberiyê ya MUMI/Montvîdeo Îrene Cabrera peyivî û got, ev salek e, ew amadekariyê ji bo van çalakiyan dike. Cabrera diyar kir ku di dema amadekariyê de wê derfet dîtiye ku dîrok, çand û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas bike û got, “Bi taybetî ji bo naskirina jinên Kurd em vê çalakiyê dikin. Hêvîdar im ev pêşangeh wê me hemûyan nêzî dîrok, çand û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bike.”

Di şexsê jinan de têkoşîn tê meşandin

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a ku çalakiyan organîze dike, Nûnera Latîn Amerîkayê Melîke Yaşar axivî û bi bîr xist ku gelê Kurd li cîhanê bi rengekî fermî nayê naskirin û destnîşan kir ku li Ûrûgûayê di asta fermî de naskirina vî gelî û bi desteka saziyên fermî, lidarxistina vê organîzasyonê, piştgiriya herî mezin e.

Yaşar anî ziman, bi pêşangehan re ew dixwazin têkoşîna gelê Kurd bidin naskirin.

Kuratorê çalakiyên “Kurdistan li Ûrûgûayê ye Javîer Etchemendî jî da xuyakirin, ku karê bi Kurdan re ji bo wan cihê serbilindiyê ye.

Etchemendî diyar kir, bi taybetî dîroka Newrozê, wateya Newrozê û agir ji bo Kurdan gelekî bandor lê kirine û li ser beşa ‘Azadî’ ya pêşangehê wiha axivî: “Beşa Azadî-Berdêlên Azadî, ku ji şehîd, şervan, dayikên şemiyê û aştiyê yên azadiya gelekî pêk tê, gelekî bandor li min kir.”

Jinên Kurd pêşengiyê dikin

Dîrektorê Muzeyan, Çand û Zanistê ya Şaredariya Montevîdeo Jûan Canessa jî got, “Ez spasiya Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê û Tevgera Jinên Kurd dikim, ji ber ku tevgera Kurd û çanda Kurd bi me da naskirin. Der barê gelê Kurd de zêde agahiya me nebû.” 

Parlamentera Ûrûgûayî Lîlîan Galan jî wiha axivî: “Li ser navê Parlamenta Ûrûgûayê, min û senator Marcos Casambûla, tevlîbûna vê çalakiyê weke berpirsyarî dît, lewma em li vir in. Ji bo me wezîfeyeke ku gotinên Tevgera Jinên Kurd bigihînin Parlamenta Ûrûgûayê û ParlaSûrê. Bi taybetî piştî 8’ê Adarê me baştir dît, azadiya gelê me bi azadiya jinê dibe.” Çalakiyên çandî yên di vê çarçoveyê de wê heta dawiya Nîsanê bidomin.


 NAVENDA NÛÇEYAN