
Hevserokê Giştî HDP´ê Selahettîn Demirtaş û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle, Hevberdevka HDK'ê Gultîstan Koçyîgît li ser êrişên dewleta Tirk û berxwedana xwerêveberiyên Kurdistanê doh li Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Demîrtaş da xuyakirin, ku heta rewşa li Sûrê zelal bibe ew ê bêdeng nemînin û got, "Dikarin gefê bixwin, dikarin rastiyan berevajî jî bikin, lê em ê paş de gavê navêjin." Demîrtaş bi bîr xist ku ji bo rakirina dorgirtina li Sûrê gel wê her roj saet di 16.00´an de ji her devera lê, ber bi Sûrê ve bimeşe û weha dewam kir: "AKP wê li pêş çavên me, li Sûrê van tiştan bike û ji me jî bixwaze ku em li dijî dernekevin."
Ewropa hevparê gunehan e
Li ser derûvaniya serokwezîrê Tirk û wezîrê karê hundir ê Tirk de jî Demirtaş got, "Jiyana van bi xwe derew e" û weha balkişand ser helwêsta Ewrûpa: "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di bin navê çareseriya krîza penaberan de bûne hevparê hemû sûcên AKP'ê. Divê mirov tiştekî ji DMME´yê û ji Ewrûpayê hêvî nekin. Bila gelê me bi hêza xwe piştrast be."
Gelê Kurd nahêle ew navçê bi tevahî ji holê rakin
Li ser çavsoriya hikûmeta AKP´ê û dewleta Tirk jî Demirtaş got, "Ne xema yên li Enqereyê ye. Davûtoglû û ekîba wî ewçend wehşî bûne, eger bi ya wan be wê Sûrê bi temamî tine bikin. Li Cizîrê ev kirin. Eger heta vê kêliyê nekarîne li Sûrê vê bikin, ev bi saya hişyarî û baldariya gel e."
Demîrtaş li ser lêpirsînên der heqê wî de hatine vekirin jî got, "Ji gel ditirsin. Hikûmetek çima ji gel ditirse? Xuya ye sûc dikin. Ji ber ku gelek guneh kirine lewma ji gel ditirsin. Gel wê hesabê vê bipirse. Tirs ecela mirovan naguherîne."
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wekî din da zanîn ku ew hemû agahî, belge û şahidiyên li ser komkujiyan berhev dikin û got, "Em ê bikin ku ev sûcê li dijî mirovahiyê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin. Yên ferman dane, yên bi cih anîne, yên di warê siyasî de li pişt wan sekinîne, hemû sûcê şer dikin û dem di ser sûcê şer re derbas nabe. Wê hemû werin darizandin."
‘Her roj em saet 16´an ber bi Sûrê ve bimeşin’
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî ji ber meşa li Amedê malavayiya gel kir û diyar kir ku heta dorpêça li Sûrê bi dawî bibe, ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Irmak banga,"Em her roj saet di 16:00´an ber bi Sûrê ve bimeşin" û weha peyivî: "Ji bo em nehêlin wehşetek mîna ya li Cizîrê rû bide, divê em bikevin nava hewldanên mezin. Her roj saet 16:00´an em ji cihê lê ne ber bi Sûrê ve bimeşin. Divê gelê me îro şehîdên xwe bi bîr bîne û ziyaret bike. Divê şehîdan bi bîr bîne û ji wan re dua bike." Irmak îşaret bi hevgirtina gelê Kurd a di demên hewarê de kir û weha dewam kir: "Çawa ku em xwedî li Kobanê derketin, divê em xwedî li Cizîrê jî derkevin. Wan serî netewand, divê em jî bi wan re bin. Li Cizîrê pêwîstî bi her tiştî heye. Çi ji destê me tê, divê em ji bo Cizîrê bikin. Ji bo pêçandina birînên li Cizîrê me komîsyonek ava kir."
Bang ji bo nimêja înê ya sivîl
Di civînê de têkildarî Nimêja Înê ya îro li Sumerparkê bê kirin jî Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmettûllah Erdogmûş û Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr peyivîn û banga tevlîbûnê li her kesî kir.
DÎHA / AMED