
Piştî serketina HDP´ê ya di hilbijartinan de ji aliyê gelek derdorên siyasî ve hat pîrozkirin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên ku ji aliyê her kesî ve weke hilbijartinên dîrokî tê qebûlkirin de, HDP’ê serketineke mezin bi dest xistiye. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Serketina HDP’ê serketina pevgihîna gelên Tirkiyeyê û gelê Kurdistanê ye” û îşaret bi van tiştan kir: “Serketina HDP’ê serketina projeya HDP-HDK’ê ye ku rewşa şênber a projeya neteweya demokratîk a Rêber Apo ye.”
‘Afirînerên serketinê şehîdên hilbijartinê ne‘
Her wiha KCK’ê berxedana Şengal û Kobanê jî bi bîr xist û ragihand ku ev serketin serketina gelên me ye ku li Kobanê, Şengalê û çar parçeyên Kurdistanê li dijî dijminê demokrasiyê li ber xwe didin û wiha pê de çû: “Ev serketin beriya her tiştî serketina wan e ku di vê kampanya hilbijartinê de şehîd bûne. Gelên me yên leheng ên li Agirî komplo pûç kir û şehîdên me yên bedena xwe kirin mertal, di pêkhatina vê serketinê de bi roleke dîrokî rabûn. Hamdullah Oge yê li Çewlikê hat qetilkirin û yên di komkujiya li Amedê de şehîd bûn, afirînerên sereke yên vê serketinê ne.
Gelên Tirkiyeyê yên ku li hemberî bombekirin û şewitandina buroyên hilbijartinê û êrîşên li dijî mîtîngan ji meşa xwe venegeriyan, afirînerên vê serketina hilbijartinê ne. Li ser vê bingehê em şehîdên xwe bi rêzdarî û mînetdarî bi bîr tînin, tevahiya gelên xwe pîroz dikin.”
‘Hîmdarê wê berhemê Rêber APO ye’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, ev serketina hilbijartinê, hem serketina polîtîk û îdeolojîk a Rêber Apo ye û hem jî raxistiye pêş çavan ku Rêbertî di bin mercên tecrîda li zîndanê de be jî wê bi rola xwe rabe. KCK’ê got, “Vê rastiyê nîşan daye ku demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo nabe ji hev cuda werin dîtin û azadiya Rêber Apo, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd heman pêvajo ne. Ji ber vê yekê divê tecrîda li ser Rêber Apo tavilê were rakirin, bê azadkirin û li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên Elewiyan û hemû pirsgirêkên din, Tirkiyeya demokratîk were afirandin.”
‘Em hemû rêxistinên çep û hêzên demokrasiyê pîroz dikin’
KCK’ê hêzên demokrasiyê û sazî û partiyên di tifaqa HDP’ê de cîhgirtine jî pîroz kir û got, “di vê serketinê de, tifaqa sosyalîst, komên çep û hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bi hêzên azadiyê yên gelê Kurd re kiriye, bi roleke mezin rabûye. Ji aliyê her kesî ve hatiye fêmkirin ku ya bi Tirkiyeyê daye qezençkirin ev bihevrebûyîn e û di afirandina Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad de ji niha û pê ve jî pêwîste ev xet were şopandin.”
‘Yekîtiya neteweyî xurt kirin’
KCK di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hêzên siyasî yên Başûrî ku di serketina hilbijartinê de rol lîstinê û wiha dewam kir:
“Tifaqa hilbijartinê ya DDKD û Azadî, desteka derdora Nûbihar û Zehra ku bi helwesta xwe yekîtiya neteweyî xurttir kirin, di serketina vê hilbijartinê de bi roleke girîng rabûne.”
‘Encamên herî zelal paqijkirina Kurdistanê ji AKP´ê ye’
KCK’ê diyar kir ku gelê Kurd bersiveke tund daye AKP’ê û bi AKP’ê re Kurdistan ji zîhniyeta dagirker paqij bûye: “Paqijkirina Kurdistanê ji AKP a xwedî zîhniyeta hegemonîk otorîter, ku xwe weke dewleta nû ya qirkirinê destnîşan kiriye, yek ji encamên herî zelal ên vê hilbijartinê ye. Helwesta gelê Kurd careke din raxistiye pêş çavan, ku Rêber Apo, Tevgera Azadiyê ya Kurd û HDP mûxatab û vîna siyasî ya Kurdan e, pirsgirêka Kurd jî ancax bi muzakereya bi mûxatabên xwe re dikare çareser bibe. Em gelê Kurd pîroz dikin, ê ku bi coşa pêkanîna Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad yekîtiya xwe bi xurtî pêk anî û di vê serketinê de bi rola herî mezin rabû.”
‘Li bakurê Kurdistanê yekîtiya neteweyî pêk hatiye’
KCK diyar kir ku hemû civatên etnîkî, bawerî û komên civakî, ku hêza civakî ya vê hilbijartinê bûn û di serketina HDP’ê de rol lîstinê, pîroz kirin. Daxuyaniya KCK bi vî awahî bi dawî bû: Êdî li Bakurê Kurdistanê yekîtiya neteweyî pêk hatiye. Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bi zelalbûna temsîl û mixateb re, hatiye destnîşankirin ku dewlet û hikûmeta Tirk divê bi kê re û çawa pirsgirêka Kurd çareser bike.
Hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî pêwîste di bicihanîna encamên hilbijartinê de bêhtir bi berpirsyarî rabin, vê tifaqa xwe ya destpêkê bêhtir xurt bikin û daneheviya demokratîkbûyîn û têkoşîna bi dehan salan, bi demokratîkbûyîna Tirkiyeyê re tacîdar bikin.”
PAJK: ‘Serketına Jinan e’
Koordînasyona PAJK’ê têkildiarî encamên hilbijartinên li Tirkiyê û Kurdistanê daxwiyaniyêk da û serketina hilbijartinê li jinan, Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê Kurdistanî Tirkiyeyê li derveyî welat, li gelên Tirkiyeyê û li gelên Rojhilata Navîn pîroz kir. PAJK’ê projeya HDP’ê jî weke serketina jinan bi nav kir.
KONGRA GEL: Serketina HDP’ê pîroz be
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, daxuyaniyek nivîskî da û serketina HDP’ê pîroz kir. Kartal diyar kir ku ew hemû kesên ku keda wan di têkoşîna hilbijartinê ya zehmet a bi biryar, hestiyariyek mezin li dijî provokasyonên AKP’ê hatiye meşandin, silav kir.
NAVENDA NÛÇEYAN
‘Têkoşîna yekbûyî bend hilweşand’
MLKP, Koma PDK, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, PDK-S û Partiya Komînîst a Kurdistanê jî têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê daxuyanî da û serketina HDP’ê pîroz kirin.
Partiya Komunîst Lenînîst Marksîst (MLKP) di daxuyaniya ku têkildarî hilbijartina 7’ê Hezîranê weşand û got: “Zîhniyeta mêtînger têk çû. Gelê me yê kedkar qezenc kir. Wê niha hêza meclîs û hêza kolanê qezenc bike. Emê têkoşîna edelet, azadî û wekheviyê bi serkeftinê tacîdar bikin. Heta serkeftinê rawestandin tine.”
‘Serketin bibe sedema aşitiyê’
Piştî serkeftina HDP’ê gelek alî û partiyên Başûrê Kurdistanê ev serkeftin pîroz kirin. Koma Partiya Demokratîk a Kurdistan(PDK) li Parlemana Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinan de pîroz kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî got, ew gelek dilxweş bûye ku Kurd cara yekem dikarin wek partî derbasî parlemanê bibin û wiha peyivî: “Ev yek ji bo pêşxistina aştî û demokrasiyê destkeftekî girîng e. Her bi vê pêngavê jî ez destxweşiyê li rêveberî û endam û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dikim.”
‘Berdewama Kobanê ye’
Rêxistina Partîya Demokratîk a Kurd li Sûriyê ya Kobanê û Partiya Komînîst a Kurdistanê bi du daxuyaniyên cuda serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de pîroz kir û gotin, serkeftina HDP’ê dewama serkeftinên Kobanê ye û kilîta çareseriya rasteqîne ye.