Şervanê YPG’ê Ferman Tugrul (Sîpan Amed), roja 27’ê Hezîranê di şerê çeteyên DAIŞ‘ê de li Girê Spî jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat definkirin. Malbata Tugrul piştî cenazeyê kurê xwe ji Deriyê Sînor ê Xabûr wergirt ji bo definkirinê ber bi Amedê ve bi rê ket. Cenazeyê Tugrul di têketina Amedê de ji hêla gelek wesayîtan ve hat pêşwazîkirin û cenaze birin Goristana Yenîkoyê. 
Bavê Ferman Tugrul di cenazê de bi lêv kir ew ne tenê şehîdê wan, şehîdê her çar parçeyên Kurdistanê ye.
Pişt axaftinan welatî ji bo sersaxiyê çûn Mala Şînê ya Dercîmtê.




Ferqîn şehîdê xwe veşart


Şervanê YPG’ê Mehmet Emîn Kiliç (Teyhan Rozerîn) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de li gundê Mişêfrê yê Girê Spî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kiliç ji hêla sedan welatiyan ve li gundê Kinyatê yê Farqîna Amedê hat definkirin. 
Di merasîmê bavê wî Sabrî Kiliç di merasîmê de anî ziman ku ew heqê xwe li her kesî helal dike û kurê wî şehîdê gelê Kurd e.


 DÎHA/AMED