Cenazê gerîlayê Mehmet Aksoy (Piling Çewlik) ê ku bi 8 hevalên xwe re li bejahiya bajaroka fahrana Çewlikê jiyana xwe jidest dayî li gundê Çewlika (Kiraçtepe) navça Kanîreşa Çewlikê bi tevlîbûna bi hezaran kesî hat veşartin. Piştî ku cenazê Aksoy ji mizgefta goristana Asriya Çewlikê girtin bi hezaran kesî bi dirûşmeyan berê xwe dan gundê Aksoy lê ji dayîk bûye. Konvoy ji aliyê hemû gundiyên ve li ser rê ne ve bi çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Konvoy di ketina gundê Çewlikê de jî ji aliyê sedan kesî ve bi zimêr û çepikan hat pêşwazîkirin. Parlementerê BDP'ê yê Çewlikê Îdrîs Baluken, Serokê BDP'a bajêr Halîs Yurtsever, şaredarên Kanîreş û Gimgimê, Rêvebir û Endamên BDP'ê nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk, Komeleya Mafên Mirovan û MEYA-DER'ê jî di nav de bi hezaran kes tevlî merasimê bûn.
Girseya ku alên PKK'ê û wêneyên Gerîla Aksoyê bilind kirin di ketina gund de darbesta Aksoy hilgirtin û heta mizgefta gund bi dirûşmeyên wekî, "Şehit Namırın", "Ey Piling Xwîna Te Li Erdê Namîne" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Girsê cara dawî cenazê Aksoy bir mala jê dayîk bûye. Xwîşk û birayên Aksoy li vê derê darbesta wî hembêz kirin û lorandin. Cenaze piştre birin goristana gund û li ber dirûşmeyan veşartin. Piştî merasima veşartinê ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe jidest dane rêz hat girtin.
Parlementerê BDP'ê yê Çewlikê Îdrîs Baluken li vir axivî û got; "Li Çelê çekên kîmyewî hatin bikar anîn. li Roboskiyê gelê sivîl bombebaran kirin. Li Farhanê ciwanên Kurd înfaz kirin. Zihniyeta ku tevahî van komkujî pêk anîn ew ê di bin berxwedana gelê Kurd de bifetisin."
Bavê gerîla Abdurrahman Aksoy jî destnîşan kir ku dem dema xurtkirina yekîtiya gelê Kurd e.
Piştî axaftinan girsê dirûşmeyên, "Qatil Erdoğan" berz kir û sirûda 'Çerxa Şoreşê' xwend. Girse ji vê derê derbasî mala şînê bû û sersaxiya malbetê xwest. Girseya ku demekê li vir ma derbasî mala şînê ya ji bo gerîla Fatma Sayaka ku du roj beriya niha li gundê Xişxixokê hat veşartin hatibû vedan bû û sersaxiya malbetê xwestin.
Cenazeyê gerîla Hasim Kaya (Mahîr Başkale) şevê din ji Saziya Tipa Edlî ya Meletî hate wergirtin û li ketina navçeyê bi gireseyî hate pêşwazîkirin. Pişt re konvoya cenaze ber bi Elbakê ve bi rê ket. Piştî konvoya cenaze ket navenda navçeyê esnafan dikanên xwe girtin û tevlî meşê bûn. Cenazeyê Kaya, ji bo vecîbeyên olî anîn Mizgefta Navendê. Pişt re cenazeyê Kaya bi tevlîbûna Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê Cuneyt Canîş, şaredar û hezaran kesan birin gundê Melkavayê. Di ketina gund de girseyê darbesta Kaya, li ser milê xwe kir û heya mala dayika wî birin. Di merasîma cenaze de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Endamê HPG'ê Kaya hatin hilgirtin û alên PKK û Konfederalîzm hatin vekirin.

Destê wî hine kirin 
Piştî cenaze birin malê, malbatê darbesta Kaya vekirin û destên wî hine kirin. Piştî re darbesta bi kesk, sor û zer hate pêçandin hate hilgirtin û ber bi goristana gund ve birin. Di meşê de sloganên "Tolhildan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Piştî merasîma cenaze sirûda Çarxa şoreşê hate xwendin. Serokê Şaxa MEYA-DER'ê Îbrahîm Alkan spasî li kesên tevlî merasîma cenaze bûn kir û xwest ku êdî xwîn nerije. Alkan, diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest didin ji bo azadiya gelê Kurd e. Alkan, anî ziman ku ew dê her tim di riya wan de bimeşin. Hevseroka BDP'a Wanê Mîhrîban Şah jî diyar kir ku gelê Kurd bi kuştinê xelas nabe.
Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçar jî diyar kir ku gelê Kurd li gel hemû bedelan dê azadiya xwe bi dest bixe û wiha got: "Riya Heval Mahîr vekirî be. Tu di riyeke bi rûmet de şehîd ket. Bila hemû kes bizane ciwanên Kurdistanê dê ji bo azadiya rêberê xwe û gelê xwe heya dawî têbikoşin. Em dê her tim di riya wan ciwanan de bimeşin." Serokê Rêxistina BDP'ê yê Elbakê Selahattîn Bozkurt jî diyar kir ku îro ji bo wan rojeke reş e. Piştî merasîma cenaze girse çûn mizgefta gund û sersaxî ji malbatê re xwestin.

ÇEWLIK/WAN