Ev gotar pêşî îşaret bi rewşa kambax a li Bakurê Kurdistanê dike û dibêje, li vî beşê Kurdistanê êdî duzimanîbûn (a bi Kurdî - Tirkî) jî her diçe kêm dibe û nifşekî bi tenê bi zimanekî zanibe û ew ziman jî Tirkî ye, digihîje. Helbet ev fikr bêyî rexnekirina siyaseta Bakurê Kurdistanê û erkdarên wê siyasetê nabe.   

Bi her halî paşê Husein Muhammed piştî tesbîta ku dibêje, “Ji aliyê siyasî û eskerî ve wisa dixuye ku hem Başûrê Kurdistanê li ber e ku ji Iraqê cuda bibe û bibe dewlet û hem jî li Rojavayê Kurdistanê birêberiyeke kurdî ya otonom an federal ava dibe” weha dewam dike, “Mixabin rewşa zimanê kurdî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî ber bi wêraniyê ve ye. Rast e ku kurdên Başûr û Rojava bi xwe dest ji axiftina kurdî bernedaye û bi temamî neqlî bikaranîna erebî nebûne. Lê pêgeha zimanê erebî hem li Başûrê Kurdistanê û hem jî bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê xurt û berfireh dibe.”


Ereb li Kurdistanê bi cih dibin

Hin rexne û tesbîtên hêja ên di gotarê de mirova dikare weha rêz bike:

“Li gor vekolîneke nû, bikirrên 80 % ji milkên ku niha li Başûrê Kurdistanê tên firotin ereb in. Li hin taxên paytext Hewlêrê divê mirov lê bigere heta kurdîaxivan bibîne. Ji bilî milkkirran, herwiha bi sedan hezaran penaberên ereb li Kurdistanê bi cih bûne. Tevî ku wek prensîp mana wan li wê derê demkî ye, lê bi salan e ew li wê derê ne û ihtimala vegera piraniya wan qet nîne.”

“Li Başûrê Kurdistanê ev demeke dirêj e ku gengeşe li ser forma zimanê resmî yê kurdî tê kirin. Gelek soranîaxiv rijd û serhişk in li ser wê ku divê ji lehceyên kurdî tenê soranî bi resmî were bikaranîn. Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê erebî, tirkmenî, aşûrî û ermenî jî wek zimanên fermî hatine qebûlkirin.

Di pratîkê de ti rola zimanên aşûrî û ermenî niha li Kurdistanê nîne. Tirkmenî ji xwe nayê nivîsîn û resmîkirina tirkmenî tê maneya resmîkirina zimanê tirkî. Bo nimûne, li ser alaya wilayeta Kerkûkê ne bi tirkmenî (ku bi alfabeya erebî tê nivîsîn) lê bi tirkiya stembolî hatiye nivîsîn.

Resmîkirina zimanên din ji her tiştî zêdetir xizmeta zimanê erebî û ereban dike. Niha li Kurdistanê – heta li paytext Hewlêrê jî – ereb dikarin her tiştê xwe bi erebî bikin û qet ne hewceyî bikaranîna kurdî ne. Her cara ku eger tenê erebek jî di civateke hezarkesî ya hemû kesên din kurd de beşdar be, di pratîkê de zimanê erebî tê bikaranîn.”


Bê tehemûliya li şêwezarên Kurdî

Husein Muhammed dibêje, li Başûrê Kurdistanê tevî xweşbîniya beramberî hemû zimanan, beramberî lehçeyên Kurdî yên mayî tehemûl (nexasim a ronakbîrên soranîaxêv) nîne. Heman bê tehemûliyê Husein Muhammed li Rojavayê Kurdistanê jî dibîne û li ser Rojava dibêje, “Di pratîkê de hemû îdareya Rojavayê Kurdistanê bi erebî dimeşe. Ji ber ku di meclis, lijne û her kombûn û civînên îdarî de bi kêmî yek-du kesên ne-kurd jî beşdar dibin, hemû civîn bi erebî tên birêvebirin. Her sê kanton qanûn û daxuyaniyên xwe bi erebî belav dikin (tenê bi nav çend miswede li kurdî tên wergerandin).

Hejmara kurdên ku niha ji Rojavayê Kurdistanê direvin bi her awayî ji hemû demên desthilatên biyanî berfirehtir e. Li cihê wan roj bi roj ereb bi cih dibin.

Ev xurtbûna ereban û zimanê wan hem li Rojavayê Kurdistanê û hem jî li Başûrê Kurdistanê bi rêjeyeke wisa biserketî dimeşe ku Sedam û Esed nedikarî di xewnên xwe de jî wiha xeyal bikin.”

Bi van tesbîtan Husein Muhammed dibêje, heke rê li ber vê belavbûna Erebî neyî girtin, “kurdî dê bi temamî ji Rojavayê Kurdistanê were maliştin û li Başûr jî zêde-zêde li çend deverkan bimîne û taliyê ji wan jî were paqijkirin” û doza çareseriyê li navmala Kurdan dike ku bi xwe ji vê rewşê berpirsiyar in.