Bi Elmanî pirtûkeke din li ser Kurdan kanûna bihurî derçû. Pirtûka weşangerê Elman Tobias Huch bi navê “Kurdistan: Wie ein unterdrücktes Volk den Mittleren Osten (Kurdistan: Weke miletekê mezlûm ê Rojhilata Navîn)” ji weşanxaneya Reva weke 224 rûpel derçûye.

Di pirtûkê de gelek wêneyên ku Huch bi xwe li Kurdistanê girtine, cihê xwe digirin. Nivîskar ji beriya mîladê bi 3 hezar salan dest bi vegotina xwe dike û zûzûka xwe digihîne sedsala 19´an û 20´an ku pê bê statu hiştina Kurdan bi destê hêzên mezin ên împeryal tê ferzkirin.

Mirov gava pirtûkê û zimanê vegotinê dixwîne, tê digihîje ku nivîskar wiha qebûl dike ku ev bê statu hiştina milet Kurd li cem welatên rojavayî êdî veguheriya aqlê dewletê. Huch ji ber fikrên xwe yên lîberal û her wiha alîgiriya xwe ya eşkere ya siyasî di nava lîberalên Elman de bûbû armanca dijminahiya nijadperestên Tirk li Elmanyayê.

Li ser nivîskar û pirtûka wî li ser înternetê û nexasim jî li ser malpera amazon.de, nijadperestên Tirk êriş birin ser şexsê nivîskar Huch û pirtûka wî jî bi hesabên qelp weke nebaş nirxandin. Beramberî vê Kurdische Gemeinde in Deutschland û Pena Kurd jî daxuyanî dabûn û ev kampanya reşkirinê rûreş kiribûn.

 

FRANKFURT