Helbestvan Rêdûr Dîjle serpêhatiya xwe ya helbestnivîsandinê û pirtûka xwe ya duyem Kêsekê vegot. Dîjle diyar kir ku, hîn jî Kurdî bi êrîşan re rû bi rû dimîne û li hemberî tabela, rojname û herî dawî li hemberî peykeran jî êrîş çêdibin. Dîjle anî ziman ku mebest ji rûxandina peykerê ramanwerê Kurd Ehmedê Xanî, binpêkirina ziman û miletekî ye. Ji Dîcle Haberê Dicle Muftuoğlu bi Rêdûr Dîcle re peyivî û me ji vê heypeyvînê agahiyên sereke wergirtin.

Piştî pirtûka wî ya yekemîn “Eşêfa Temenekî” a sala 2012’an, bi 5 salan, pirtûka Rêdûr Dîcle ya duyemîn a helbestan bi navê “Kêsek” ji Weşanxaneya Lîsê der çû. Dîcle li xwe mikur tê ku wî jî bi helbestên Tirkî dest bi helbestê kiriye û wiha peyivî: "A rast serpêhatiya min a helbestê bi saya kekê min ê mezin dest pê kir. Tim ji me re behsa helbestvanê Kurd Cegerxwîn dikir û helbesta wî ya “Kî Ne Em” ji me re dixwend. Ew kirpandin, aheng û muzîkalîteya helbestê tesîreke zêde li min dikir. Helbet wê demê li gund diçûm medreseyê û haya min ji muzîkalîteya çeşnên wêjeyî yên olî yên wek mewlûdê hebû. Yanî dikarim bibêjim ku pêwendiya min a bi helbestê re wisa dest pê kir." 


Ferhengoka Azadiya Welat

Rêdûr Dîcle dibêje, dema wî lîse dixwend sala 2003´yan bi rasthatinekê ferhengoka Azadiya Welat belavkirî dibîne û bi caran xitim dike, û pê re jî "bêyî ku hayê îdareya dibsitanê jê hebe", wî û çend hevalan komeke Kurdî ava kir. Ji bilî metnên medreseyan, yekemîn materyala wêêjeyî ya helbestî ji Rêdûr Dîcle re dibe hejmara 2’yemîn a kovara Kulîlka Ciwan. JI bo zextên delweta Tirk li dijî Kurdan û Kurdî Dîcle dibêje, "Ji roja ku komar hatiye damezirandin heta niha, Kurdî tim bi çewisandin û qedexeyan re rû bi rû maye. Li gel bêstatubûn, nebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê, nenaskirina di warê nasnameyî de jî ev wêje ji Cegerxwînan heta Celadetan, ji Qedrîcanan heta Erebê Şemoyan, ji Fêrikê Ûsivan heta Sîma Semendan gelek şexsiyetên girîng derxistine holê û roja îroyîn jî bi dehan helbestvan û nivîskarên berhemdar û jêhatî ku mîrateya van kesan wergirtine û her wiha gelek berhemên ku wêjeya kurdî rûgeş bikin hene."


Armanca êrişa li dijî Xanî Kurdî û miletê Kurd in

Ji bo texrîbkirina peykerê Ehmedê Xanî li Bazîdê jî Dîcle dibêje, "Vandaltî ye. Ji bo gelê Kurd tenê ne şexsiyeteke wêjeyî ye, di warê fikrî û baweriyî de jî şexsiyeteke pîrozwer û jêneger e. Mebest ji rûxandina peykerê ramanwerê Kurd Ehmedê Xanî ew e ku civaka Kurd bitepisînin, wêje û zimanê wê biçûk bixînin û bêrûmet bikin. Di şexsê Xanî de ziman û miletek tê binpêkirin."

Dîcle ji bo pirtûka xwe Kêsekê jî vê tarîfê dike: "Kêsek, axa li ser hev hişk bûye û bi hev ve ye. Nemaze jî di dema cotkirin û merê de mirov leqayî wê tê. Kêsekê dişibînim Kurdistanê. Gel û welatekî wesle wesleyî, ku ji xwemalî û cewhera xwe tê dûrxistin. Û dema em wek yek ji çar elementên jiyanê li ser “ax”ê hûr bibin, a rast ev li Kurdistanê yekûneya her sê elementên din e jî. Çimkî, heta ku “Kêsek” hûr nebin û nesurin, li vî warî wê jiyan tim û tim bê av, agir û hewayê be. Û divê helbesta welatekî “kêsekiyî” hûrbûyîn û surandina axê binehwirîne û vê yekê wek berpirsiyariyeke cebrî û mecbûrî bibîne û divê hêviya ku dê rojekê barana têkoşîn û liberxwedayînê bibare û dê ev ax yeko yeko hûr bibin û veguherin xwemaliya xwe û biherikin cihoka xwe ragihîne vê xakê." 


 DÎHABER / AMED