DENÎZ ÎKE / ANF/AMED

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel, bal kişand ser şerê topyekûn ê li dijî gelê Kurdistanê û got, şewitandina daristanên Kurdistanê jî beşek jî vî şerî ye.

Li Amed, Dersim, Şirnex û Çewlîgê ev zêdeyî mehekê ye ku artêşa Tirk daristan û hawîrdorê ji hewayê û ji bejê bombebaran dike. Ev jî rê li ber şewatên daristanan vedike. Li gelek herêman şewat dewam dike û heta niha bi hezaran hektar daristan şewitî ne. Gelê herêmê û komên dildar ên dixwazin şewatê vemirînin, ji aliyê esker û polîsên dewleta Tirk a dagirker ve tên astengkirin.

Li ser şewata daristanên Kurdistanê Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel axivî.

 

Şerekî topyekûn li dijî gelê Kurd

Temel da zanîn ku li Kurdistanê şerekî gelekî giran heye û li her deverê êriş li xweza, civak û hemû zindiyên li ser erdnîgariya Kurdistanê tê kirin. Temel anî ziman ku li seranserê Kurdistanê di çarçoveya vî şerê giran de êriş li her beşa civakê tê kirin û wiha axivî: “Li nav û derveyî sînor li dijî Kurdan şerekî topyekûn heye. Şewata daristanên Kurdistanê jî parçeyek ji vî şerî ye.”

 

Çekên qedexe li dijî Kurdistanê

Temel got, li herêmên ji bo Têkoşîna Azadiya Gêlê Kurd stratejîk, êrişên dijwar hene û hewl tê dayin ku herêm bên valakirin. Temel da xuyakirin ku bi vê armancê gelek herêm tên şewitandin û li welatiyan tên qedexekirin. Parlamenter Temel destnîşan kir ku daristanên li Kurdistanê bi du armancan tên şewitandin û wiha bi meseleyê daket: “Li Kurdistanê şerekî bê kontrol heye. Ji bo eskerên Tirk zerarê bidin şervanên Kurd hemû rê û rêbazan bi kar tînin. Li herêmê çekên qedexe tên bikaranîn. Sedema duyemîn jî şewata li Kurdistanê weke polîtîkayekê didin meşandin.”

 

Şewat weke siyaseta koçberkirinê

Temel destnîşan kir, ji bo herêm were valakirin hikûmet polîtîkayên cuda yên şer dide meşandin û got “Yek ji van polîtîkayan jî ew e ku dixwaze gel koçber bike. Ya din jî tinekirinê ango şewatê wan neçar bike erdên xwe bi cih bihêlin. Şewatên li Kurdistanê teqez weke polîtîkayekê didin meşandin. Li dijî vê  bêdengiya saziyên xwezaperest ên Tirkiyeyê û navneteweyî balkêş e. Li Kurdistanê talan û qirkirina xwezayê pêk tê û ev bandor jî wê bi hezaran salan bidome. Ev jî gunehekî li dijî xwezayê ye.”