“Rêyên gihiştina wê şêmûga te bi mayînan raxistî ne, di ser her xeta sînor de me kamyon guherandin.” Stran serpêhatiyeke bihevnegihiştinê ye. Û ya ku mirov nagihîjiyê jî ne mirovek e, ne aşiqek e; erdek e: Kurdistan!

 

ZABEL MÎRKAN

Rundek Cargo Trio, projeyeke bi serkêşiya Darko Rundek. Endamîn vê trioyê jî Darko Rundek (vokal, gitar, perkusyon); Isabel (keman) û Dušan Vranić (klaviye, ukulele, perkusyon).

Darko Rundek sala 1956´an ji dayik bûye, ew stranbêjekî rockê, nivîskarê gotinan ji bo stranan. şair û aktorekî Xirwat e. Kariyerê muzîkê yê Darko Rundek destpêka salên 80’yî dest pê dike. Rundek ji ber şer sala 1991´ê koçberî Fransayê dibe û îro jî li wir dimîne. Wî heta niha bi hunermendên deverên cihê yên dinyayê 5 albûm tomar kirine. Di destpêkê de proje ji stranên bi îmajên dewlemend ên helbestwarî yên Darko Rundek pêk dihat. Bi demê re proje veguherî Rundek Cargo Trio û di demeke kurt de jî berhemên wê dan der.

Komê pêşî muzîka Balkanan, ya Ewrûpaya navîn û Derya Spî li nav hev xist, paşê li vê reggae, muzîka Emerîka Latîn, muzîka rojhilat û ya Efrîkayê jî zêde kir. Ha ev jî jê re bû hîmek. Albûma wa ya yekem Plavi Avion (Balefira Şîn) sala 2010´an derçû. Komê sala 2015´an bi navê Mostovi (Pir) albûmeke din weşand.

Negihiştina Kurdistanê

Kom di karê xwe de bi pirranî sirgûn, rêwîtî, hesret û bihevnegihhiştinê dike mijar. Di albûma komê ya bi navê Plavi Avion de stranek bi navê “Kurdistan” jî heye. Dema ku em bi awayekî bi lez û bi qisûra muhtemel gotinên stranê ji Xirwatî werdigerînin ya derdikeve pêşberî me ev e: “Rêyên gihiştina wê şêmûga te bi mayînan raxistî ne, di ser her xeta sînor de me kamyon guherandin.” Stran serpêhatiyeke bihevnegihiştinê ye. Û ya ku mirov nagihîjiyê jî ne mirovek e, ne aşiqek e; erdek e: Kurdistan!

Xirwat nas dikin

Ka Darko Rundek’in ji bo çi Kurdistan kiriye îmajek ji gotinên straneke xwe re, em pê nizanin. Lê em pê dizanin ku di nava Xirwatan de di minaqeşeyên neteweperestiyê de û yên lêgerîna kokên neteweyî de, yek ji tezan xwe digihîne Îran, Kurdistan û heta Hindistanê. Sala 1797´an lêkolînerê Xirwat Josip Mikoczy-Blumenthal, di teza xwe ya doktorayê ya ku Akademiya Royal Zagrebê ew weşandî de koka Xirwatan digihîne Kasît, Hûrî û Sarmatiyên ku wan jî weke pêşiyên Medan qebûl dike. Di dema hebûna dewleta Yugoslavyayê li gorî hin îdîayan lêkolînên ku koka wan bigihîne Îran, Kurdistan û Hindistanê hatine qedexekirin; axir a berdest ew e ku lêkolînên koka Xirwatan bigihîne Ariyan ji ber propagandaya Nazîzmê nexasim jî di dema Şerê Cihanê yê Duyem û piştî wê de hatine qedexekirin.   

Hasilî, îro gelek Xirwat Kurdistanê nvas dikin. Jixwe şîroveyên di bin vê strana Kurdistanê a Rundek Cargo Trio di YouTube de tije ye bi “Kurdistana Azad” ku bi Xirwatî hatiye nivîsîn; ji bo wê strana ku dibêje, “Rojek wê bê, dema ku ez li Kurdistanê vegeriyam; ez ê ji bo gerdena te durran bênim. Ji bo gerdena te ya gewr ez bêm jêrê (Kurdistanê)”