Di êrîşên dewleta Tirk ên hewayî yên li dijî Başûrê Kurdistanê de pê 10 sivîl hatin qetilkirin. Doh eşkerebûbû ku hejmara şehîdan 7 e û 3 kes jî wenda ne û bi dîtina cenazeyên van sê kesan hejmara şehîdan bû 10. Li ser vê ji seranserê Kurdistanê sazî û rêxistinan dewleta Tirk bi yek dengî şermezar kir. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk şermezar kir û xwest dawiyê li binpêkirina serweriya Başûr bîne. KONGRA-GEL jî di daxuyaniya xwe de got, hesab wê ji ber komkujiyên dike ji dewleta tirk bê pirsîn.

KONGRA-GEL nerazîbûneke tund nîşanî qetilkirina sivîlên li Başûrê Kurdistanê bi destê dewleta Tirk da û got, Tirkiye “wê hesabê vî tiştî bide.” 

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gundê Horê yê Amêdiyê li Başûrê Kurdistanê, ku 10 sivîlan jiyana xwe tê de ji dest dabû, daxuyaniyek da.

KONGRA-GEL bi zimanekî tund êrîş şermezar kir û got “dewleta Tirk û hikumeta Erdogan eê hesabê vî tiştî bidin. Dewleta Tirk bi zanebûn kesên sivîl kirine hedef. Ev êrîş li derveyî qadên gerîlayan pêk hatiye. Bi zanebûn gelê ku ji ser rezên xwe vedigeriyan, kirine hedef û bi vê re dixwazin peyamê bidin Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê û referanduma li Başûr. Dewleta Tirk dixwaze bibêje ku ‘Heke hûn bi ya me nekin, wê ev tişt werin serê we’.”


Hikûmetê jî dewleta Tirk şermezar kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê komkujiya li herêma Avaşîn a Şêledizê ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve pêk hat şermezar kir. Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha daxwaz ji Tirkiyeyê kir pîvanên cîrantiyê pêk bîne. Daxuyaniya hikûmeta Başûr wiha bû: “Ev welatî ji bo karên xwe yên rojane çûne di nava bax û rezên xwe, balafirên Tirk jî bi hinceta hebûna wargehên PKK’ê welatî bombebaran kirin û mixabin pirranî şehîd bûn. Em weke hikûmeta Herêma Kurdistanê van bombebaranên balafirên şer ên Tirkiyeyê şermezar dikin ku bû sedema şehîdbûna hejmarek welatiyên Herêma Kurdistanê. Em daxwazê ji Tirkiyeyê dikin ku van cure bombebaranan bide rawestandin. Ziyanê bi welatiyên Herêma Kurdistanê nede. Pîvanên cîrantiyê biparêze.”

Ji Tevgera Gorran heta bi Komeleya Îslamî, tevahiya hêzên di nava hikûmetê û li derveyî hikûmetê jî êrîşa dewleta Tirk şermezar kir û helwêsteke yekgirtî li dijî êrîşkariya dewleta Tirk nîşan da. KNK’ê jî êrîşa dewleta Tirk şermezar kir û got, “Bi yêkîtiyê em dikarin êrîşan pûç bikin”. 


 NAVENDA NÛÇEYAN