Refrandûm li Tirkiye pêk hat, encamên vê refrandûmê tenê Tirkiyeyê elaqedar nake. Lê wê pêvajoyeke nû bi xwe re bîne ji bo herêmê; pêvajoyeke ne kêmtir li ya li Iraq û Sûriyeyê. Nîqaşkirina ka sîstem wê bibe perlemanî, di destûrê de çi diguhere û ew ê çi bi xwe re bîne? Zêdetir Tirkiye wer xuya dike di rêyeke veneger de ye. Berî demekê Henry Barky, Rêveberê bernemaye Rojhilata Navîn li saziya Wilson ya Emerîkî got, “Erdogan neçar e erê bi dest bixe di refrandûmê de”, ev bêgûman eger diyarker nebe jî îşareteke navendên sermayeya cîhanê ye li ser pêvajoya dema pêş ya muhtemel li Tirkiyeyê. Heman kes di tenê hefteyekê beriya hilbijartinên Tirkiyeyê ya 7´ê Hezîranê ku HDPê ji bo cara yekemîn benda %10´ê derbas kir û %13´ê dengan bi dest xist, got, “encam her çewa be, rojên zehmet li benda Tirkiyeyê û Erdogan in ku weke kesê herî bilind di meqama biryarên serbazî de wê hemû hêzên xwe bi kar bîne li hemberê neyarên xwe”. Jixwe, Tirkiyeyeke demokartîk û aram û bi aştî û demokratîk çaresrekirina pirsgirêkan wê çawa bi kêra hêzên sermayeyê bê di pêvajoya ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de, lewma kûrkirina kirîzê û rêvebirina siyaseta teşwîqkirina Erdogan ji bo tevdan û şideta zêdetir, wê têra xwe destê Erdogan xurt bike da ku hêzên navneteweyî baştir bikarin siyasetên xwe li gorî wî ava bikin.
Ji bo ku Referandûm dengê erê di encamê de nîşan bide, Erdogan tiştek nema nekir. Ji tawîzdayîn û stûxwarkirina li ber MHP´ê, kontrolkirina hemû saziyên Dewletê, bi DAIŞ-kirina atmosfera jiyana rojane ya civakê, wêrankirin û bi erdê re kirina yek ya bajar û gundên Kurdistanê û tevdana pêlên faşîzm û nijadperestiyê li Tirkiye û metrepolên Ewrûpayê, herî zêde jî herikandina dewletê ji bo berjwendiyên xwe, jixwe di atmosferekê de ku hêza medya, aborî, serbazî bi tevahî di destê Erdogan de kom bûye, hêsan bû werê pêşditin ku Erdogan bi darê zorê, bi hîle, dizî û talanê, qaşo “erê” ji bo avakirina sîstekeme diktatorî bistîne. Erdoganekî ku parlemen û balefirgeha welatê xwe bombe kir û bajarên Kurdistanê bi erdê re kirin yek, her tişt kir ji bo mayîndekirina kursiya xwe. Ez li vir şîrove nekim ku Erdogan wê bi destûra nû bixwaze çi bike, ji ber ku ew nikare bi taybetî jî li Kurdistanê tiştekî bike. Ji ber ku encamên vê Refrandûmê derî li kaosêke mezin û kûrtir vekiriye, hin kes dipirsin ka wê pirsgiêka Kurd ber bi ku ve biçe?
Ji bo bersiva vê pirsê hawcedarî nîne ku em dîrokeke têkoşîna 40 salan careke din vebêjin ka çawa li hemberî vê dewleta hov û totalîter li ber xwe daye, tenê hevokeke girîng û dîrokî ya rojnamevan û nivîskar Fûad Kav ez bi bîr bixim ku di konferansa sêyemîn ya “Navdixwedana li dijî Modernîteya Kapîtalîst; Modernîteya Demokratîk: îsyan, berxwedan û avakirina nû” ku di rojên 14-16 Nîsana 2017´an li zanîngeha Hamburgê hat lidarxistin ku di mijarê xwe ya li ser “şidet û terora dewletê û çewaniya pêşdabirian şoreşê” got, “di qawîşa N5 ya zîndana Amedê de salên 80´yî êşkencekaran her roj ji me re digot, hûn ê teslîm bibin, me bi sekna xwe ya li hemberî dewletê ji wan re got, em ê li ber xwe bidin, ev berxwedan dihat wateya qûtbûna ji dewletê, ya bi bin ket di zindana Amedê de dewlet bû ya bi serdikeve ev ruhê berxwdanê ye û niha gelê Kurd ji alî ruhî ve ji dewletê qût bûye”.
Belê tenê bersiva Civakê li hemberî Erdogan li meydanên Newrozê û encamên Referandûmê li Kurdistanê eşkere vê qûtbûnê nîşan dide. Erdogan li Kurdistanê bi bin ketiye û her sal zêdetir jî bi bin dikeve, sedema harbûna wî jî ev e.
Tevî ewqas hîle, şewitandin û dizîna dengan, gefxwarin, êrîş û şidetê jî eger encamên Referandûmê nîşan didin ku Erdogan hem di hilbijartin û hem jî di rêvebirina civakê de bi darê zorê, bi bin ketiye. Ya ji vir û şûn ve biqewime, kûrbûna kaosê ye.
Ya herî girîng û heyatî “NA”yên Bakurê Kurdistanê ne, li hemberî Erdogan û rejîma wî dikatorî û hevkarên wî ku digotin, “PKK nema li Bakurê Kurdistanê tê xwestin”. NA´yên Kurdistanê bi tena serê xwe bersiveke cidî û dîrokî ye ji bo siyaseta tekaniyiya AKP. Erêkirina xweseriya demokratîk e. Bi berxwedan û têkoşîna bêhempa ya li zindana Amedê, civakê û nexasim jî jinan dewlet avêtiye, niha gav bi gav xwedî li nirxên xwe yên demokratîk derdikeve. Ev encamên li bajarên sereke yên Kurdistanê, erêkirina berxwedana gelê Kurd û tevgera azadiyê ye li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê.