Hevberdevkê Meclîsa Ekolojî yê Amedê Gultekîn Aydenîz di civîna li KCD’ê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku xirabkirina ekolojî ya herêmê bi temamî di çarçoveya konsepta şer de pêk tê û wiha got: „Tenê mirov ne bi daristanan re bîra çandî ya gelê kurd û ekolojî bi tememî tê jêbirin.“ ‘
Li Dersîmê mirov gelek diltirsin’
Endamê Komeleya Ermeniyên Mezopotamyayê Mehmet Toprak lêkolînên li Dersîmê kirin parve kirin û anî ziman ku li Dersîmê şewata daristanan ji aliyê qereqolan ve pêk tê û wiha got: „Ewil bi guleyên daristan şewitandin. Gelê Dersîmê gelek diltirs e. Li gorî tiştên ji me re hatin vegotin ji helîkopteran tirtilan diavêjin û zirarê didin xwezayê.‘
Dayîka 102 salî di grava birçîbûnê de ye
Toprak da zanîn ku Dersîmê li daristan û zozanan zilam tunene jin ber xwe didin û bi keyayan re jî hin belgeyên tê de çi tê nivîsandin dan îmzakirin. Toprak bilêv kir k li herêmê gelek mayîn hene û ji pirsgirêkên herî mezin ên herêmê yek jî mayîn in. Toprak destnîşan kir ku li herêmê nêzî 60 qereqol hene û derdora van qereqolan hemû hatiye şewitandin. Toprak derbirî kir ku li Zozanan Yayladere dayîkekî 102 salî ji bo balê bikşîne ser şewatan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiriye.
‘Rezê ayîdî suryaniyan şewitiye’
Ji parêzerên Tevgera Ekolojî û Hawirdorê (ÇEHAV) Denîz Gedîk çavdêriyên xwe yên herêma Şirnexê vegotin û diyar kir ku di nava koma ji Nisêbînê heya Dihê çû de bû û li herêmên çûnê tu tiştê li ser navê zîndewariyê tunebûn. Gedîk anî ziman ku welatiyan got ji helîkopteran madeyekî kîmyevî avêtin û wiha got: „Li heman qadê gelek gundên Suryaniyan jî pê bandor bûn. Mal û rezên suryaniyên di mehên havênê de tên hatine şewitandin.“
Ji bo li gundan jiyana zînde nebe…
Gedîk got „Me di nêz de şer dît“ û da zanîn ku bi hinceta „ewlehiyê“ negihiştin gelek gundan û lê tiştên gundiyan ji wan re gotin gundên berê hatin valakirin û hatin şewitandin careke din bi daristanan re hatin şewitandin û wiha axivî: „Ev yek jî nîşaneya herême bi tememî bê mirov bikin û ji jiyanê bêpar bihêlin e.“
‘Heya 10 salan li heremê tu kes namîne’
Gedîk çavdêriyên xwe yên têkildarî Cûdî re jî parvekirin û wiha got: „Li vê heremê termîk santral hene. Ev tenê di çarçoveya konsepta şer de na di çarçoveya polîtîkayên enerjiyê de şewat tên derxistin. Gelek gund hatin valakirin û ji bo gund careke din venegerin qada jiyanê her tiştî dikin. Gel her tim di bin zextan de ye. Li vê heremê 10 sal şunda tu kestên lê bijî namîne. Şewat ewil bîra civakê tune dike.“Gedîk bilêv kir ku dê pêvajoya hiqûqî bişopînin û tiştên tên jiyîn bibin rojeva raya giştî ya navneteweyî.
DÎHA/AMED