
Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransayê Parîsê ji aliyê MÎT a Tirk ve hatî qetilkirin, li gelek welatên Ewrûpayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
HELSÎNKÎ: Komuna Jinê ya Fînlandiyayê, li meydana Stokman a li navenda Helsînkiyê find vêxist. Piştî rêzgirtinê Berdevka Komuna Jinê ya Fînlandiya, Fatma Amed û Berdevka KJAR’ê Nazê Viyan axivîn. Qisekeran bal kişand ser sedemên êrîşa dewleta Tirk a li dijî pêşeng û têkoşîna jinê û got, ji niha û pê ve jî wê komkujî, zext û zilm ti carî jinê ji rêya azadiyê venegerînin.
OSLO: Li paytexta Norwecê Osloyê bi heman mebestê, meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin. Meşê ji ber Stasyona Trenê ya Osloyê dest pê kir û heta ber Parlamena Norwêcê dewam kir. Li ser navê Partiya Sosyalîst û Çep a Norwêcê Vîlje Antonsen, ji Navenda Civaka Demokratîk (NCDK) a Osloyê Ayser Yuce û ji Nûnertiya PJAK’ê ya Norwêcê Niştiman Serdeştî axivîn. Di çalakiyê de dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Terorîst Tirkiye”, “Fransa vê komkujiyê ronî bike” hatin gotin.
STOCKHOLM: Komkujiya Parîsê li paytexta Swêdê Stockholmê bi xwepêşandaneke girseyî hate şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan doh li meydana Norra Bantorget a li pêşberî avahiya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Swêdê civiyan. Ji Yekîtiya Jinên Kurd a Sara Zozan Baransson di dema çalakiyê de axivî û got, “Cîhaneke adil çawa pêk tê? Li cîhaneke adil ji bo her sê hevalên me darizandineke adil pêk tê û sûcdar tê cezakirin. Li cîhaneke adil daxwaza edaletê ya bi mîlyonan Kurdî bi cih tê anîn.” Hevseroka NCDK a li Swêdê Ayşe Gokteşe jî bal kişand ser kuştina kujer Omer Guney û got, “Em gelê Kurd, bi taybetî jî jinên Kurd ti carî qebûl nakin ku ser rastiyê bê girtin. Heta sûcdar bên cezakirin em ê daxwaza xwe ya edaletê bidomînin.” Ji KJAR’ê Hazal Alîalî jî da xuyakirin, ku sê jinên Kurd ên li Parîsê hatin kuştin, nîşaneya aştî û azadiyê ne.
GOTEBORG: Li navenda bajarê Swêdê Goteborgê jî bi xwepêşandaneke girseyî komkujiya Parîsê hat şermezarkirin. Li dû rêzgirtinê, daxuyaniya NCDK li Goteborgê ya li ser mijarê hat xwendin.
HELSÎNGBORG: Li bajarekî din ê Swêdê Helsînborgê jî li lokala komeleya Kurdan merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Seroka Komeleya Jinên Kurd li Helsîngborgê Eylem Batak li vir peyivî û bal kişand ser kuştina kujer Omer Gunay. Batak da xuyakirin ku hikûmeta Fransayê ji bo girtina ser komkujiyê, hevkariyê bi dewleta Tirk re dike. Di dema bîranînê de li dokûmantera „Jiyana min her şer bû” a li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz hat temaşekirin.
VIYANA: Li paytexta Awûsturyayê Viyanayê, bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd AVESTA, komkujiya Parîsê di salvegera 4. de bi meşekê hat şermezarkirin û bêdengiya dewleta Fransayê hat protestokirin. Di dema çalakiyê de Yekîtiya Jinên Sosyalîst daxuyaniyek da û êrîş wekî li dijî têkoşîna azadiya jinê bi nav kir. Yekîtiyê got, li dijî berxwedana jinê serî li rêbazên qirêj tê dayîn. Girseya gel piştî axaftinan desteguleke reş danî ber Konsolosxaneya Fransayê û 3 find vêxistin. Belavokên li ser komkujiya Parîsê hatin belavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN