Li paytexta Elmanyayê Berlînê, li ser banga hevpar a NAV-DEM, DEST-DAN, HDK, û Ciwanên Azad tevî baranê jî dawiya hefteyê li Kleisparkê nêzî 2 hezar Kurdîstanî û dostên wan bûn û ber bi meydana Wittenbergê ve meşiyan.

Di meşe de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevserokên HDP’ê hatin hilgirtin.

Faşîzm wê têk biçe

Li paytexta Belçîkayê Brûkselê girtina wekîlên HDP’ê li ser banga TJK-E’yê ji aliyê Kurdan û dostên wan ve hat protestokirin. Roja Şemiyê piştî nîvrojê bi sedan kes li pêşiya gara trenê ya navendê kom bûn.

Gelê Amazigh û hinek komên çepgir ên Belçîkayî jî destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de alên PKK, KCK, KODAR, PJAK û PYD’ê hatin hildan. Parlementerên HDP’ê Tûgba Hezer û Faysal Sariyildiz jî beşdarî çalakiyê bûn. Tûgba Hezer di axaftinên xwe de diyar kir ku li Tirkiyeyê darbe û faşîzim her ku diçe kûrtir dibe, “lê belê Faşîzm mehkûmî şikestinê ye.

Faysal Sariyildiz jî di axaftina xwe de got, desthilatdar her dem di nava tirsê de ne û wiha peyivî: “Her ku tirsa wan mezin dibe, bê exlaq dibin û êrîşî hemû nirxan dikin.”

Li Brukeselê îro û sibe jî çalakiyên rûniştinê nêzîkî Parlementoya Ewrûpayê wê bên lidarxistin. 

Terora dewletê me napirnisîne

Operasyonên qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê ya li dijê HDP’ê li paytexta Fînlandiyayê Helsînkî jî hatin şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan pêr û doh daketin kolanan.

Kurdistanî û dostên wan ên ku bi banga Komeleya Çanda Kurd a Fînlandiya û baskên ciwanan ên sosyalîst û çepgir ên Fînlandiya hatin cem hev, diyar kirin, ti teror û zext û zordarî wê nikaribe wan bipirnisîne.

Di dawiya mîtînga doh de girse bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’’, ‘’HDP vîna min e dest lê nede’, ‘Li dijî faşîzmê em mil bi mil bin’’û‘’DAIŞ Erdogan e’’ ber bi navenda bajêr ve meşiya.

Li Osloyê bang li wezîr hat kirin

Li paytexta Norweçê Osloyê û bajarê Stavangerê jî êrîşên qirkirina siyasî dewleta Tirk yên li dijî HDP’ê hatin şermezarkirin. Girseya li ber Rawestgeha Trênê ya Osloyê kom bûyî, heta bi kolana herî qelebalix a bajêr Karl Johanê, heta ber parlementoyê meşiya. Girse paşê jî ber bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê ve meşiya. Li ber wezaretê navê Wezîrê Karên Derve qîriyan û dirûşmeyên wek “Tu li ku yî Brende” berz kirin. Di çalakiyê de piştî axaftinan, operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê hat şermezarkirin. Li bajarê Stavangerê jî li kolana herî qelebalix Byparkenê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya. 

Kurd vîna xwe radest nakin

Li paytexta Spanya Madrîdê, li ser banga Komîteya Rojava û Piştgiriya Gelê Kurd, bi sedan Kurd û çepgirên Spanyayî heta Konsolosxaneya Tirk meşiyan û zilma li HDP’ê û gelê Kurd, şermezar kirin. Polîsan nehişt girseya gel xwe bigihînin ber konsolosxaneyê. Li cihekî nêzî avahiyê daxuyaniyek hat dayîn û hat destnîşankirin ku Kurd wê vîna xwe radestî biryara faşîst a Erdogan ê dîktator neke. 


NAVENDA NÛÇEYAN