Li paytexta Ingilistanê Londonê bi organîzeya 6 komeleyên deveran ên Mereş, Meletî û Kayseriyê wê heta 7´ê Nîsanî çalakiyên parastina Kurdiya deverê bên organîzekirin.
ALADDÎN SÎNAYÎC / LONDON
Komeleyên navenda çalakiyên wan London, ji bo Kurdiya devera xwe biparêzin, çalakiyan li dar dixin. Rêze çalakiyên 6 komeleyan 23´yê Sibatê dest pê kir û wê heta 7´ê Nîsanê dewam bikin.
Li paytexta Ingilistanê Londonê, gelek Kurdistaniyên ji deverên mîna Mereş, Meletî û Kayseriyê hene. Kurdistaniyên ji van deveran jî ji bo parastina çanda xwe û têkiliya xwe ya bi cihên xwe re li komeleyên deveran bi rêxistin bûne. Ev komele, wê heta 7´ê Nîsanê çalakiyan bi rê ve bibin ji bo parastina Kurdiya devera xwe di bin navê “Xebata Jiyandina Kurdiya Deverî” de. Komeleya Kurecikiyan a Piştgirî û Çandê, Komeleya Elbistaniyan, Komeleya Piştgiriyê ya Rivyan (Tilkiler), Hasan Ali û Navenda Piştgiriyê ya Qirkisrakiyan çalakiyan bi hev re organîze dikin. Di nav van çalakiyan de şevên çîrok, şi´r û kilaman, panel, şano û civînên gel tên organîzekirin.
Kurdên Elewî yên li Torosê
Li ser navê komeleyan daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, çand û zimanê Kurdên Elewî yên li Torosên Navîn heye, û li ser miletê van deveran jî asîmîlasyon hatiye ferzkirin: “Kurdên Elewî, di serdema Selçûqî û Osmaniyan de jî hebûn, lê belê ji ber ku ne ji unsura Tirk bû, dûçarî siyasetên zext, komkujer û asîmîlasyonker a projeya yek ziman, yek dîn û yek milet a Komarê Tirkiyeyê hatin û ev siyaset hîna dewam dikin.”
12 Îlonê terora li dijî Kurdên Elewî bû
Di daxuyaniyê de hat gotin, bi darbeya eskerî ya 12´ê Îlona 1980´yî re, Kurdên Elewî dane ber pêleke terorê, gund hatine valakirin û di encama zextan de xelkê dest pê kir, pena xwe gihand Ewrûpayê: “Tevî tevahiya zextên dewletê jî, Kurdên Elewî li bajaran zehmet be jî, karîbûn li gundan zimanê xwe û çanda xwe biparêzin. Lê bi darbeya eskerî ya faşîst a 12´ê Îlonê re Kurdên Elewî dan ber pêla terora dewletê.”
Heta 7´ê Nîsanê
Çalakiyên ku armanca wan parastina çand û zimanê Kurdên Elewî ye, û bîreweriya li ser vê çand û zimanî ye, wê heta 7´ê Nîsanê dewam bikin. Di çarçoveya çalakiyan de 3´yê Adarê (yekşemê) saet 16´an, wê bi navê ‘Bindestê Bindestan: Kurdiya Mereş, Meletî û Qayseriyê’ panelek tê lidarxistin. Ahmet Guven, Mehmet Şeker (Alan Dilpak) û Mazlum Dogan wê weke qiseker beşdarî çalakiyê bibin.
Bernameya çalakiyên mayî jî wisa ye:
2´yê Adarê saet 15:00´an Şeva Kilaman, li Komeleya Alxas Komê.
3´yê Adarê, saet 16:00´an, panela ‘Tepisandiyê tepisandiyan: Kurdiya Mereş, Meletî û Kayseriyê’ bi beşdariya Ahmet Guven, Mehmet Şeker, Mazlum Dogan, li Komeleya Qirkisrakiyan.
10´ê Adarê, saet 15:00´an, xwarinên cihî, li Komeleya Qirkisrakiyan.
17´ê Adarê, saat 15:00´an, rêûresm, adet û hunerên destan, Komleya Kurecikiyan û El-Com
31´ê Adarê, saet 15:00´an, Şano (Huseyin Taş), li Komeleya Qirkisrakiyan.
7´ê Nîsanê, saet 15:00´an, Civîna Gel, li Komeleya Alxas Komê.