Wekî gelek caran dewlet carekî din derbarî maf û azadiya mirovan, derbarî nirx û çanda Kurdan îmze avêt bin sosret û cot-standartiyekê. Li cihekî mafê parastina Kurdî ji bo Kurdan tê astengkirin û ji aliyekî ve pesnê vekirina televîzyonekî Kurdî tê kirin. Bûyerekî din jî pêr qewimî. 2 polîsên girêdayî Miduriyeta Şaxa Polîstiya Bi Piştgiriya Civakê ya Amedê beşdarî bernameya 'Rojeva Herêmê' ku li televîzyona dewletê ya ku Kurdî weşanê dike de ji aliyê rojnameger Azîz Îstegun û nûnerê Rojnameya Starê ya Amedê Şeyhmus Çakan tê pêşkêş kirin, bûn û bi zaraveyên kurmancî û zazakî axivîn û bang li gel kirin. Li gorî nûçeya ajansekî neteweyî polîsên bi navên Şahap Dogan bi zaraveya kurmanci, Orhan Kîşîn jî bi zaraveya dimilkî axivîn û propagandaya polîsiyê kirin. Polîsan bang li gel kirin û gotin: "Em birayên we ne, ji bo we dixebitin. Ji bo ewlehî û aramiya we dixebitin. Hûn kengî bixwazin dikarin bigihêjin me. Werin em li hemberî sucdaran bi hev re têbikoşin."

Zarokên gundan tînin bajêr û digerînin !
Polîsê bi navê Şahap Dogan da zanîn ku dema dixebitin bi zimanê Kurdî nêzî gel dibin û armanca wan ew e ku di navbera gel û dewletê de têkiliyekî germ çê bikin. Polîsê din ê bi navê Orhan Kîşîn jî destnîşan kir ku zarokên li gundan ên ku bajar nedîtine dibînin û wan tînin bajar, digerînin û wiha got:" Em wan tînin bajêr û dibin sînemayê. Em xwarin û çay didin wan. Ji xeynî wê 300 zarokên ku biaqil lê feqîr in û nikaribin biçin dersxaneyê me wan li dersxaneyê qeyd kiriye. Me ji bo jinan jî atolyekî mezin avakir. Li wir xalî û şal çêdikin û difiroşin. Ev xebat bi piştgiriya Midurê Ewlehiyê ya amedê Mustafa Saglam dimeşe. 

AMED