Ev nod sal in ku serkariyên dewlete Tirk, li aliyekî dixebitin ku bi bişaftinên tund tevahiya Kurdan bihelînin têken Tirk, lema jî hemû rêyên xweorganîzekirinê girtine. Li aliyakî jî bi kuştin, bêndgkirin, pêşî li zayîn û zêdebûna girtinê dixebitin ku hêjmara Kurdan bi kêmasî daxin hêjmareke wisa kêm ku pirsgirêka Kurd û Kurdistanê li pêş wan nemîne.
Di nava serkrên Tirk de yê herî demegokê sextekar, yan jî yê ku herî zêde wek demeogekî bêpîvan derxistine pêşberî bala giştî, Erdogan e. Ji wê carna firênên wî diteqin û gotinên ji çanda kuçeyên Qasimpaşayê yên wek „akbaba, tasma, kaleş, nikrofili, enfest û hwd.“ ji nava lêvên wî difilitin. Lê mijara me ne zimanê wî yê bêsinc e.
Erdogan di gelek axaftinên xwe de mijara kêmbûna Tirkan tîne ziman, çawa ku pênce şêşt mîlyon têra wî neke. Dibe ji wê be, carê jî, ji her jina Tirk sê zarok xwestibû. Ev rasterast nijadperestiyeke kronîk e. Vê carê jî, li aliyekê ji bo ku bikane rojeva ku ew û AKP’eya wî xistiye tengasiyê, biguherîne; li aliyê din jî bikane bi her kesî bi zelalî bide zanîn ku hejmara Kurdan her tere zêde dibe û ya Tirkan jî kêm dibe, lema jî peyva „kurtaj û Roboskiyê“ li gel hev bikaranî. Yanê çawa ku bibêje; hûn çi herê carê Roboskiyê tînin rojevê, me tiştekî şaş nekiriye, hele binêrin Kurd her terin zêde dibin, lê jinên Tirkan bi kurtajê hêjmara me kêm dikin! Bi gotineke kurt û kurmancî dibêje ku Kurdo kêm be, Tirko bizê, zarokan bîne, zêde be! Em dixebitin ku bi kuştinan hêjmara wan kîm bikin.
Tenê anîna zarokan jî ji bo wî bes nîne, divê ew zarok jî li gor dîn û îmana cemata wan û xizmeta şefê netewî yê nû werin perwerdekirin. Ango nivşeke ku bi îmaneke Tirk îslamê nijadperest, lê mêjî û giyan vala were amadekirin, wê çaxê birêvebirina wan jî hêsan dibe. Carnan van gotinan li gel hev û carnan jî di firsendên cuda de tîne ziman.
Bala xwe bidinê; dema Erdogan digot: „Zarok jî bin, jin jî bin, wê hêzên me yên ewlekariyê tiştên ji wan tê xwestin li hemberê wan pêkbînin.“ Armanceke wî hebû.  Di vir de hedef ne tenê bêdengkirina gelê Kurd e. Ango di vir de, hedef yek jin e; ji ber ku jin siberoja gelan diafirîne. Hedefa din jî rasterast zarok in. Zarok jî siberoja gelan pêktîne. Ango êriş li ser pêşeroja gelê Kurd e.
Di dema serkariya Erdogan de êrişên li ser zarokên Kurdan her çû, zêde bû. Bi sedan zarokên Kurdan hatin kuştin, bi hezaran kirin girtîgehan, di YIBO û girtîgehan de destdirêjahiya li ser zarokan jî kirin rojevê. Li çiya û bajaran bê navber li hemberê zarokên Kurdan gazên kîmyevî bikartîne. Di Roboskiyê de jî zarokên Kurdan hatin qetilkirin. Gelek bi zelalî xuya dike ku dixwazin dahatuya Kurdan tarî bikin.
Ev serkariya Erdogan dixwaze di zanîngehan de jî, pêşî li zarokên Kurdan û siberoja Kurdan bigire. Li aliyekê dixebitin ku bi malên xwendekaran yê fetullahî zarokên xwendekar ên Kurd bi bişaftina mêjîyên wan têkin xizmeta xwe, li aliyê din, gava di vî warî de bi ser jî naketin, hima rasterast êrişê xwendekarên zanîngehan dikin û wek qetilkirina rewanpakên  nav ŞERZAN KURT-AYDIN ERDEM-MURAT ELİBOL wan dikujin, yan jî wan davêjin zîndanan. Hîna roja çarşemiya derbaz bûyî bi dehan xwendekarên beşa bijîşkî girtin û avêtin zîndanê. Li gor statîstîkan bi kêmasî 600 xwendekar di zîndana de ne. Hedef gelek zelal e, ew dixwazin; Kurd ji xwendin û zanînê jî dûr bin, nikanibin bifikirin û ji bo siberoja xwe gavan bavêjin.
Bal xwe bidinê ew ewqas bêsince ku gelek caran li nava çavên caşên li dor xwe civandî dinêre, çawa ku tev de kole û malên wî bin, dibêje: „Benim kürdüm“ ango Kurdê min! Yanê yên ku bune duvikên wî jî, li ber çavên wî biçûk û bê kemal in. Ji xwe di wan der û doran de piçek anor hebe, li ser van gotinên wî jî îsyan dikirin. Ango çawa ku bibêje pezê min dewarê min! Lê mixabin ku dema mêjî bende bû, nikane vê rastiyê têbigihîje.
Qesta siberoja gelekî kirin, qetilkirina gelekî ji xwe re wek armanc girtin, mafê gelekî di bin qeyd û bendê berjewendiyên xwe yên qirêj de girtin, êrişê her kes û her derê kirin, bê eger, bi boneyên bêbingeh mirov girtin, dijminahiya zarokan kirin, rasterast faşîzm û jenosîd bixwe ye. Cihana ji ber berjewendiyên aborî çavkor vê rastiya vekirî nebîne jî, ev bi kêmasî neofaşîzim, nijatperestî û xwînxwarî ye.
Lema jî divê mirov mijara kurtajê wek mijareyeke biçûk û bê wate nebîne, di vir de xinizî, nijadperestiyeke tund heye, lema divê mirov armanca serkarên Tirk ên devşîrme baş bixwîne û li hemberê wan tevdîrên pêdivî heye, bigire. Evana ji xwe re neoosmanî dibêjin. Osmanîtî li ser xwîna birayên kuştî, talan, înkar, ruxandin û kolekirinê rûniştiye. Hedefên wan ên emperyalîst heye. Lema divê hedef ruxandin û têkbirina serkariyeke wiha be, di mêjiyên wiha genî û xiniz de cihê aşitî, çareseriya pirsgirêkan û biratiyê tune.