Rapora Thinktankekê kir ku malbatên şervanên Brîtanî yên li Rojava jiyana xwe ji dest dayî nerazîbûnê nîşan bidin. Li gorî nûçeya The Guardianê, malbatên du brîtaniyên li Rojava di şerê li dijî DAIŞ´ê de jiyana xwe ji dest dayî ev rapor şermezar kirin. Vê raporê ji hikûmeta Brîtanî dixwest ku kesên ji bo şerê DAIŞ´ê bikin diçin Rojava jî wekî terorîstan miamele bi wan re bête kirin; malbatan jî li hemberê wê got, “Kurên me divê wekî qehremanan bên bibîranîn.”

Rapora Henry Jackson Society îdîa dike ku şervanên Brîtanî yên tevlî nav refên YPG´ê dibin, dema vedigerin Brîtanyayê, dibe ku ji bo ewlekariya hundir bibin tehlûkeyek.

Bi her halî malbatên kesên li Rojava di şerê li dijî DAIŞ´ê de jiyana xwe ji dest dayî, ji vê raporê gelekî aciz bûn û qeherîn; bi gotinên “em şok bûn û êşiyan” gotinên hevpar ên malbatan bûn. Dayika Kosta Scurfield ê li Rojava 2´yê Adara 2015´an jiyana xwe ji dest dayî, Vasiliki Scurfield got, “Zikê min ji qehra dişewite. Kurê min ne terorîst bû. Kurê min bi gotinênxwe, berê xwe da wê derê da ku şerê terorîzmê bike, ne ku destekê bidiyê. Wî berê xwe da wir ji ber ku ew difikirî ku hikûmeta Brîtanî ji bo  ku DAIŞ´ê hîna kat nedayî hilke, têra xwe kar nekiriye.”

Zirbavê şervanê YPG´ê Dean Evans ê ku Brîtaniyê duyem bû li Rojava jiyana xwe ji dest da 21´ê Hezîrana 2016´an, Steve Howell li ser raporê got, “Dilê min xeliya dema ku ez li wê yekê fikirîm ku Dean weke terorîstekî bi nav dikin. Ez Dean bi temamî nas dikim, nava wî û derveyî wî, û ne mumkin e ku ew bi rengekî ji rengan alîgirê terorîzmê be. Dean çû Sûrî da ku şerê necis bike, ji bo xêr û qenciya mirovahiyê“.


Rapor xwe disipêre derewan

Dayika Scurfield dibêje, di raporê de profîla kurê wê hatiye yelûl kirin bi agahiyên hev nagirin û wiha dewam dike: “Heger raporê kurê min pîs û xirab nekira, ez ê bi tenê pê bikeniya. Ev têkelhevkirineke ecêb a gelek metnên ji ber gotarên kesên din hatî girtin û bi raporê ve hatî zeliqandin e; armanc jî ew e ku îdîayekê bike bêyî ku delîlek yan jî çavkaniyek ji destê yekê hebe.”

Scurfield û Evans ji 4 Brîtaniyên heta niha li Rojava jiyana xwe di şerê li dijî DAIŞ´ê de ji dest dayî ne. Ryan Lock ê 20 salî Brîtaniyê sêyem bû ku 21´ê Kanûna par dema ku DAIŞ´ê dor lê girt dawî li jiyana xwe anî; Luke Rutter ê 22 salî yê ku 22 Tîrmeha bihurî li Reqayê jiyana xwe ji dest dayî jî bû Brîtaniyê 4´em li Rojava jiyana xwe ji dest dayî.


LONDON