Pirsgirêka felsefe ya her demê, zêdetirîn têgihîştin e. Heya ku tiştek neyê û ji bedena me ve nezeliqe, ew tişt ber çavê me ne be, tesîr li ser rihê me neke û qewimandina ew tiştî me neêşîne, nehejîne em nikarin têbigihîjin... Tenê bi hesasiyetê, tenê bi hisgiriyê em nikarin rabin ser pşyê û nerazîbûna xwe biqîrin. Em nikarin pirsgirikên ku li durî mene tekilî pê bînin. Bê êş însan nikare pêbigihîje. Heta ku tekiliya me bi êşekî re qewîn û jîndarî nebe, ew êş xwe ji me re nede xuyîn, yanî heya ku em di jiyana xwe de êşa ew tiştî nekşînin, ew tişt barekî nede li ser pişta me, heya wê demê em wî tiştî fahm nakin, tênagihîjin, hîs nakin û tev lê nabin, xwe tev lê nakin.
Lê binêrin, tevî gelek deveran li Kurdistan jî şer didome, mirin wekî kar û barên rojane di nav civatê de tevdigere, mirin wek bi awayekî normal tê û însanan dijmêre, hin kesan hildibijêre, hildide cem xwe û dibe. Şer didome, êvar dibe, sibeh dibe, tav derdikeve tav wenda dibe, ba derdikeve û wenda dibe, ewr zêde dibe û sî dide, sî wenda dibe, lê şer berdewam e. Tenê bi sedema îradenebûna me, şer bi kêfa xwe didome.
Çi ku em li dor jiyana xwe, pey jiyana xwe ne, ji bo wê jî şer nasekine. Em bibînin jî şer e, nebînin jî şer e. Roj di nava rojê de şer e, êvaran şer e... Şev nîvê şevê jî, nêzîkî sibe jî şerê qirêj nasekine, dema taştê, ber bi êvarê heman tişt e, yanê şer e... Bombebaran dibare şer e, êriş neradiweste, gule û teqînên dengqirêj pey hev dibazin û şer e... Em radizên şer e, radibin şer e... Dema xurîniyan şer e, em dixwin, vedixwin, werdigirin, digerin, diaxivin, niqaşan dikin, bi sozên xweş, bi gotinên geş, bi agahiyên têr û tijî em qise dikin, hê jî şer e.
Ên ku em qala wan dikin, bi hîdeta şerê jiyana xwe ji dest didin, lê şer bêrawestan e. Şer bê rawest e, tenê bi gotinê nasekine, tenê mafdar bûn û rast bûn têra sekinandinê şerê nake. Nîqaşên me, pirs û pirsgirêkên me, hevduketin û dengzêdekirina me bigihîje ezmanan jî nabe. Ji ber ku em tenê têra xwe dibêjin, qise dikin, diqîrin, bang û bangewazî dikin, dinivisînin, dixwînin, derdikevin ser dikê, dibezin, qîr û qîr dikin, lê em durî şerê ne. Em li ser karê xwe, di nav pergala xwe de ne. Ji ber wê şer jî dîsa bi pergala xwe şer e, bê behngirtin û bê rawest e, gavek jî paş ve navêje.
Emrê ciwanan di ciwantiyê xwe de ditevize, dicemide, bi şera şerê bi rupela dîrokê ve tê kutandin û cihê xwe disekinê, lê şer nasekine. Emrê zarokên Kurd -ku di navbera salekî de dused kesên wan hatin kuştin- heta ku ciwantî çiye nizanin jiyana xwe ji dest didin, heta ku xortbûn çiye, êşq çiye, gihaştîbûn çiye nizanin ji vê dinyayê koç dikin lê em nikarin vê şerê bidin sekinandin.
Zarok, ku em birastî jî teliyekî wan jî nadin dewlemendiya dinyayê, dikevin zindanan, êş dikşînin û rastî tecawizên cerdewanên pergala Tirk tên, û hê jî em nikarin şer bidin sekinandin. Gelo em bi bawerin, bi rastî jî wijdana me bi huzûr e ku em nikarin vî şerê biqedînin.
Ne hewceye ku em qala êşên din ya şerê bikin; ji ber ku êş pirin, gelek gelek in, aqilê însan têr nake, bîrbirin û aqlê însan bi van êşan terbiye nabe, bi edeb nabe û ceribandinên dinyayê jî nîşan daye ku tenê bi êşê û tenê bi dîtina qirêjbûna şerê tu kes zîhniyeta xwe terbiye nekiriye...
Ji ber wê ez dibêjim ne hewceye em qala mirinan, qala guniewitandinan, îşkence û kîmyasalan bikin, em tenê li ser tiliyeke zarokekî bifikirin. Werin em îro tenê vî karî bikin û heta têra wijdan û têra dilê xwe tiliyeke zarokekî bînin ber çavê xwe û li ser wî bifikirin. Bila ew zarok ne Kurd be, ne Tirk be, ne Ereb û ne jî Faris be... Zarokek, tena bi ser xwe zarokek... Ma têrê nake, tenê zarokek û tenê tiliya wê/î... Ev jî, ceribandineke, dibe ku em hewl bidin hev û bi hêza xwe bikevin nava xebata bi dawîkirina vî ierê qirêj...
Kurfikirîneke tiliyê...