Kurmancî jî di nava 13 zimanên lê zêdebûyî di nava civaka înternetê ya online a Kurdînivivîs de bû sedema kêfxweşiyê û ji niha wergerên peyv û hevokên mîna «Jin Jiyan Azadî», «Azadî ji bo Kurdistanê» bi gelek zimanan hatine wergerandin. Ev projeya Google Translate weke fikir 2004’an bi înîsiyatîfa hevdamezrênerê Googleê Sergey Brin destpê dike û Nîsana 2006’an jî li cîhana online berdest e. Ji bo zimanek di Google Translate de were bicihkirin, divê zimanekî nivîsê be û heta niha mîqdarek girîng a wergerê amade be. Paşê kesên ji derve ve dikarin wergera gotin û hevokan lê zêde bikin û wergerên şaş sererast bikin. 

Ango ji bo Kurmancî ji niha ve mîqdareke mezin a wergerê amade ye û dildarên Kurdî dikarin vê wergerê xurttir bikin li ser malperê bi pêşniyazên xwe yên j ibo wergera rast. Me jî «Yeni Ozgur Polîtîka Kurdî bixwîne» li wergera wê zêde kir.

Ji bili Kurmanciyê zimanên din ên li Google Translate nû zêdekirî ev in: Amharîk (li Etyopyayê tê peyivîn); Korsîkî; Frîzî (li Hollanda û Elmanya); Kirgizî; Zimanê Hawaî; Luksembûrgî; Samoanî; Galiya Skoçyayê; Zimanê Şona (li Zîmbabwe); Sindî (li Pakistan û Hindistanê); Paştû; û Xhosa (li Efrîka Başûr). 

Bi her halî gotineke tenê dimîne em lê zêde bikin: li tevahiya miroavhiyê û nexasim li Kurdan pîroz be.  



LUQMAN GULDIVÊ