
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Sumerparkê 20 jê jin, 35 xwendekaran ji bo beşa hunerên xweşik û mamostetiya wênesaziyê amade dike.
Midûrtiya Perwerdeya Pîşeyî ya bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo xwendekarên dixwazin beşa hunerên xweşik û mamostetiya wênesaziyê bixwînin û ji bo ku bikaribin di ezmûnan de bi ser bikevin kursa wênesaziyê bê pere vekir.
Kurs, serê meha gulanê di Atolyeya Sî û Ronahiyê de hatin vekirin, wê heta meha îlonê bidome û hefteyê 5 rojan bi awayekî rêkûpêk tên meşandin. Beşdarên kursê bêpere dikevin kursê û tê de xebatên ser wênesaziyê dikin û fêr dibin.
92 xwendekar bi ser ketin
Xwendekar ji bo beşa hunerên ciwan û mamostetiya wênasaziyê têne amadekirin, heta niha 92 xwendekaran di kursên Midûrtiya Şaxa Perwredeya Pîşeyî de ezmûn derbas kirine û li zanîngehên cur bi cur ên Tirkiyeyê li beşên hunerên xweşik û mamostetiya wênesaziyê hatin bicîh kirin.
Kursên wêne, çînî û seramîkê
Ji aliyê din ve ne tenê xwendekarên xwe ji bo beşên wênesaziya zanîngehan amade dikin beşdarî kursên Atolyeya Sî u Ronahiyê dibin, her weha ciwanên eleqedar jî beşdar dibin. Ciwanan bi mebesta hobî kursên wêne, çînî û seramîkê jî têne dayîn.
AMED