Li Tebqayê Dewreya hêzên taybet

Akademiya Şehîd Mûsa El-Nezal dewreya perwerdeyê ya yekemîn a bi navê Dewreya Şehîd Elî Reqa a şervanên QSD`ê ya hêzên taybet bi merasîmekê bi dawî kir. Fermandarên QSD`ê û endamên saziyên sivîl ên bajarokê El-Cerniye û gundewarên wê tev li merasîma bidawîkirina dewreyê bûn. Dewreya perwerdeyê 45 rojan dewam kir. Ev dewreya perwerdeyê ya yekemîn e li akademiyê bi dawî dibe û ya duyemîn dê li ser asta herêma Tebqayê be.

TEBQA

 
 

Li Amedê konferansa ciwanan

Konferansa herêmê ya Meclîsa Ciwanan a Amedê ya HDP’ê pêk hat. Parlementerên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn, Dersim Dag, Semra Guzel, hevserokên bajar û navçeyan ên HDP û DBP’ê, çalakvanên TJA’yê, rêveberên MEYADER’ê, endamên KCD’ê, Meclîsa Dayîkên Aştiyê jî di nav de bi sedan endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê beşdar bûn. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag li konferansa ciwanan a li Amedê axivi û got: “Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişkînin. Tevgera azadiyê bi berxwedana ciwanan heta van rojan hat. Kes nikare pêşî li vê bigire.”

AMED

 
 

Jina ku şewitîbû jiyana xwe ji dest da

Li naçeya Çiwarqurne ya ser bi îdareya Raperîn jina ciwan a bi navê ( S.S)  ya 18 salî, di 16’ê Îlonê de ji sedê 45 bedena wê şewitîbû, ji wê demê ve li nexweşaneyê têkoşîna jiyanê dida. Piştî 12 rojan şevê din li Nexwexaneya Raperîn jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên polîsên Raperîn dane, sedema şewatê agirê çêkirina xwarinê bû. Li gorî daneyên Rojnews’ê ji serê salê ve tomarkirine, ji serê salê ve li Herêma Kurdistanê heta niha ji herdu zayendan 237 kes hatine kuştin yan ji xwe kuştine. Ji derveyî yên agahiya me çênebûne û yên bûyerên terorîstî.

ÇIWARQURNE

 
 

Jinên Sûriyeyê mifteya çareseriyê ne

Meclisa Jinên Sûriyeyê şaxê Minbicê semînerek li ser rewşa ku jin tê re derbas dibin, li hola civînan a Meclisa Zagonsaz a Minbicê li dar xist. Di semînerê de koordînatora giştî û berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat û bi dehan jinên karker di meclis û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundên wê, amade bûn. Lîna Berekat li ser rola jinan axivî û  got ji bo ku aloziya Sûriyeyê bê çareserkirin, jinên Sûriyeyê mifteya aloziya Sûriyeyê ne.

MINBIC

 
 

Li Efrînê kefen li xelkê belav dikin

Artêşa Tirk a dagirker bi rêka çeteyên Eniya El-Şemiyê gef li welatiyên Efrînê xwar ku heke ji malên xwe dernekevin dê werin kuştin. Çavkaniyan da zanîn ku dagirkeran kefen li gundiyan belav kirine û ji welatiyan re wiha gotiye: “Xwe amade bikin, pir nema ku hûn bimirin.”Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pereyan ji welatiyan distînin. Di heman demê de çavkaniyan da zanîn ku çeteyan êrîşî gund kiriye, welatî û kesên temenmezin revandine, di nava wan de kesê bi navê Mihemed Xelîl Hemdî (60) û Fatma Hac Qadir (53) jî hene.

 

EFRÎN

 
 

Rûsyayê nêzî 8 hezar sivîl qetil kirine

 

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku ji destwerdana Rûsyayê ya ji 30 Îlona 2015`an ve li Sûriyeyê, hêzên Rûsî 18 hezar û 100 kes qetil kirin, ji wan 7 hezar û 988 kes sivîl in.  Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan tekez kir ku di 36 mehan de, di encama bombebarana balafirên Rûsyayê li ser Sûriyeyê de, hezar û 936 zarok, hezar û 199 jinên temenê wan zêdetirî 18 saliyê û 4 hezar û 853 mêr û ciwan hatine qetilkirin.

LONDON