Li Efrîn a ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, di nava salek û 3 mehan de 67 sivîl hatin kuştin û zêdeyî hezar û 100 kes hatin revandin. Artêşa Tirk bi hevkariya artêşa azad di 20'ê Çileya 2018'an de êriş bir ser Efrînê. Piştî berxwedana 58 rojan ketin Efrînê û xelkê Efrînê jî bajar vala kir, di nava 15 mehan de 67 welatiyên Efrînê hatin kuştin û zêdeyî 100 kes hatin revandin.
EFRÎN
Mexmûriyan Şehîd Zerdeşt bi bîr anî
Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) gerîlayê HPG'ê Birûsk Zerdeşt (Abdulxefûr) di yekemîn salvegera şahadeta xwe de hate bîranîn. Di merasîmê de tevî malbatên şehîdan gelek kes amadebûn. Di bîranînê de dayika Şehîd Birûsk, Taybet Akcan axivî û got: “ Şehîd Birûsk ne tenê şehîdê malbatê ye, şehîdê tevayî gelê Kurd e.” Piştî axaftinan, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna şehîd Birûsk Zerdeşt hatibû amadekirin hat nişandan.
Merasîm bi dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo' û 'Şehîd Namirin' bi dawî bû.
MEXMÛR
Tîma Şerîf bû şampyon
Yekitiya Werzîşê ya Minbicê turnuwaya voleybolê organize kir. Di turnuwayê de her du tîmên El-Rûs û Şerîf derbasî maça dawî bûn. Her du tîm doh li stada Beledî ya li navenda Minbicê bi tevlibûna girseya hezkiriyên her du tîman lîstin. Di dawiya maçê de tîma Şerîf bi ser ket û bû şampyonê turnuwayê. Di dawiya turnuwayê de Yekitiya Werzîşê lîstikvanên her du tîma bi medalyan xelatkirin.
MINBIC
Rêya li rex pira Cûdî qediya
Şaredariya Gel a navçeya Rojhilat a bajarê Qamişlo ziftkirina rêya li rex pira Cûdî bi dirêjahiya 350 metro û firehiya 8 metro bi dawî kir. Şaredariya Gel bi Şirketa Zagros a Rêyên Giştî re gelek proje îmze kir. Weke gava destpêkê li Qamişlo dest bi çêkirina rê kir. Piştî xebatên sê mehan ziftkirina rêya li rex pira Cûdî qediya. Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Buroya Fenî ya Şaredariya Gel a Rojhilat Xelîl Hesen diyar kir ku tê payîn xebatên ziftkirina rê îro bi dawî bibin û got: "Piştî bi dawîkirina ziftkirina rê, em ê rêya pirê zift bikin û wê bibe rêya ketina bajarê Qamişlo ji aliyê Rojhilat ve."
QAMIŞLO
Asayîşa PDK´ê 2 ciwan kirin binçavan
Asayîşa bajaroka Sendegerê 2 endamên Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê kirin binçavan. Di êvara 1'ê Tîrmehê de ji aliyê asayîşa Sengeserê ya ser bi navçeya Qeladizê ya ser bi îradeya Raperîn du endamên Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê hatin binçavkirin û hîn ti agahî ji rewşa wan nayê girtin. Navê herdu ciwanan hatine girtine wihane, Mihemed Newzad ê ji navçeya Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê û Rênwar Elî yê ji bajaroka Sengeserê ye. Endamên Desteya Rêveberiya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Hîwa Kerkûkî eşkere kir ku du rojin telefonên herdu endamên wan girtîne û ti agahî ji wan nayê girtin.
RAPERIN