Navenda Têkoşîna Li Dijî Madeyên hişber a asayîşa Silêmaniyê bi daxuyaniyeke got, tenê di nava 6 mehên îsal de li herêma Soran, Mêrgesor û Zano 500 kîlogram eroîn hatine desteserkirin. 160 kes ji ber bikaranîn û bazirganîkirina madeyên hişber hatine girtin. Daxuyanî li Ofîsa Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Silêmaiyê hat dayîn. Her wiha hat gotin, cafeterya û nargîle yek ji sedemên bikaranîna madeyên hişberin e û bang li hikûmetê kir ku ji bo pêşîlêgirtinê bigirin û rewşe kontrol bikin.

SILÊMANÎ

 
 

Em rê nadin ji Iraqê ve êrişî Îranê were kirin

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih got, ew wekî dewleta Iraqê rê nadin xaka wan ji aliyê Emerîka ve ji bo êrişên li ser Îranê were bikaranîn. Li gorî ajansên Îranê, Dr. Berhem Salih li Londonê wiha axiviye û gotiye:”Bexda rê nade Washingtonê li ser xaka wê êrîşî Îranê bike. Em naxwazin xaka me bibe qadek ji bo her kiryarek dijminane ya li dijî cîranê me û bi taybet Îranê.” Her wiha Berhem Salih gotiye, di navbera Iraq û Emerîka de ti lihevkirin nîne ku ji bo Donald Trûmp wiha bihizre ku ji vê xakê sûd werbigire. Serokê DYE’yê Donald Trûmp ji berî niha eşkere kiribû ku divê 5 hezar leşkerên wan li Iraqê bimîne, ji bo ku li nêzîk ve çavdêriya Îranê bike.

 

LONDON

 
 

Ciwanan piştgirî da Mertalên Zindî

Ciwanên Biradost diçin serdana çalakgerên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirine û piştgiriya xwe nîşan didin. Mijde Rehman û Senhan Rehman ku xwîşk û birayên hevin û bi hev re çûn serdana çalakgeran. Senhan Rehman dibêje;”Pêwîste em hemû li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derkevin. Ji ber ku êdî ji bêdengiyê re bes e.” Mijde Rehman jî li ser mijarê peyivî:”Ji ber serdama êrîşên dewleta Tirk jiyana me di metirsiyê de ye. Berfirehkirina çalakiyên Mertalên Zindî pêwîste. Bi taybet ji aliyê ciwanên herêma Bradost ve.”

 

BRADOST

 
 

PDK û YNK’ê dîsa li hev nekirin

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) doh li ser mijarên Kerkûk û avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê careke din civiyan. Lihevkirin di nevbera her du pariyen de çênebû bes wê civînên wan berdewam bikin. Li gorî daxuyaniya Berdevkê YNK’ê Lêtîf Şêx Omer di civînê de avakirina hikûmetê û mijara Kerkûkê nîqaş kirine. Ev 270 roj di ser hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê re derbaz bûne. Qaşo 2 caran YNK û PDK li ser pêkanîna hikumetê lihevkirin. Lê di pratîkê de bê encam ma. Hikumet hîn jî ava nebûye. Rêveberên her dû aliyan hevûdû sucar dikin.

HEWLÊR

 
 

Zeviyê Şengalê şewitîn

Li navenda Şengalê şewat derket û di demeke kurt de belavî gundên Sibehî, Domîs û Şehabî bû. Di nava rojê de şewat bi bandor ber bi gundên Til Binat, Til Qesax, Girê Camêî û Êyn Şebabîk ve belav bû. Gundiyên herêmê li gorî derfetên xwe yên kêm hewldan şewatê vemirînin, şervanên YBŞ û YJŞ’ê bi hewara gundiyan ve çûn û şewat vemirandin. Di şewatê de zirareke mezin gihişte bax û baxçeyên gundiyan. Beriya bi çend rojan jî li heman herêmê şewat derketibû. Di encama şewatê de dîsan zirareke mezin gihiştibû gundiyan.

ŞENGAL

 
 

DAIŞ’ê 2 kes revandin

Li navçeya Xaneqînê çeteyên DAIŞ‘ê 2 sivîl revandin û ti agahî ji wan nayê girtin. Li bajaroka Gulale ya ser bi Xaneqîn a Diyale ve çeteyên DAIŞ’ê 2 welatiyên rûniştvanên herêma Şêx Baba ku karê cotyariyê dikirin revandin. Rêveberê Asayîşa bajaroka Kokis Simko Elî li ser bûyerê  peyivî û got: “Ew her du kes heta derengiya şevê di nava zeviyên xwe de karê cotyariyê dikirin. Piştre ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatin revandin. Çeteyên DAIŞ’ê sivîlan direvînin û piştre ji bo berdanê daxwaza pereyekî zêde dikin.”

XANEQÎN

 
 

Di qezaya trafîkê de kesek mir

Li ser rêya navçeya Derbendîxan û navçeya Şarezûr qezayek tirafîkê çêbû. Di encam qezayê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û du welatî jî birîndarbûn. Rêveberê Rêvebertiya Polîsên Tirafîkê ya Derbendîxanê Rêjen Borhan li ser qezayê ev agahî da û got, li ser rêya di navbera navçeya Derbendîxan û navçeya Şarezûr de li nêzî gundê Bîrkê qezaya tirafîkê di encama lihevqelibîna du wesayîtan de rûda. Di encama qezayê de şifêrê wesayîtekê jiyana xwe ji dest da, du welatiyên din jî birîndar bûn.

 

ŞAREZUR