Li Qamişlo ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bazirganekî madeya heroînê hate girtin. Piştre ji bo Komîteya Lêpirsînê hate veguhestin da ku li gorî qanûnê bê darizandin. Buroya Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundir ragihand ku piştî agahî li ser bazirganekî heroînê hat, endamên Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî der barê agahiyê de lêpirsîn kir. Di encama şopandin û çavdêriyê de û bi koordînekirina bi Odeya Çalakiyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê re, bazirgan bi serdegirtina cihê wî yê li taxa Elaya ya bajêr de hate girtin. 

QAMIŞLO


 

Pêşangeha êşa koçberiya komî

Li Kerkûkê pêşangeheke koçberiya 1991’ê ya ji Başûrê Kurdistanê ber bi welatên cîran ve hate vekirin. Di pêşangangehê de 50 wêne hatin nîşandan. Pirraniya wênayan rewşa koçberiya wê demê pêşan dida. Li avahiya Çalakiyên Xwendekarên Kerkûkê pêşangeha wêneyan ji bo wênekêş Mehdî Şefîq ku wêneyên wî yên dema koçberiya sala 1991’an hate vekirin. 50 wêneyên koçberiya sala 1991’ê ya ji Başûrê Kurdistanê ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve hate nîşandan. Wêneyan jiyana koçberiyê ya dijwar a wê demê nîşan dida.

 

KERKÛK

 
 

Wesayita karkerên demsalî qulibî

Li Tarsûsa ser bi bajarê Tirkiyeyê Mêrsînê, wesayita karkerên demsalî qulibî. Di encama qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 11 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku yên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê û Nexweşxaneya Park Medikal a Tarsûsê. Hat zanîn ku ji ber baranê û ji ber ku rê şemitokî bûye qeza pêk hatiye. Li Tirkiyeyê pirraniya karkerên demsalê Kurd û penaber in.

 

 MÊRSÎN

 

  

Bahoz li Çînê rabû

Li Çînê ji ber ku bahoz rabû, platforma lîstikê ya li parkê ya ku zarok li ser bûn bi hewa ket û 2 zarokan jiyana xwe ji dest da, 18 zarok jî birîndar bûn. Li Eyaleta Shandongê bahoz rabû û parka zarokan serûbinî hev kir. Ji ber ku bahoz rabû, platforma lîstikê ya li parkê ya ku zarok li ser bûn, bi hewa ket û 2 zarok mirin, 18 zarok jî birîndar bûn.

 

PEKÎN


 

Îsraîlê dest bicihanîna agirbestê kir

Rojnameyeke Lubnanê diyar kir ku piştî erêkirina şertên komên Filistînî li Xezayê, Îsraîlê dest bi pêkanîna agirbestê kiriye. Li aliyê din jî artêşa Îsraîlê 11 Filistînî di pêngava ewehiyê de li aliyê rojava girtin. Sendîkaya masîvanan a li Xezayê doh da zanîn ku artêşa Îsraîlê rûbera masîgriiya deryayî li Xezayê berfireh kiriye. Gava duyem dê di vê hefteyê de bibe zêdekirina kamyonan bi rêya Dergeha Kerem Ebû Salim derbas bibin. Li aliyê din jî, çavkanên Filistînî got, artêşa Îsraîlê 11 Filistînî ji deverên cuda yên rojavayê Xezayê girtine û mal û milkên wan jî wêran kirin.

 

XEZA