Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîn û derdora wê çalakiyên bi bandor li dardixin. HRE’yê ragihand ku di çalakiyên wan ên li Efrîn û Mareyê de 2 leşkerên artêşa Tirk û 4 çete hatin kuştin û 6 leşker û çete jî birîndar bûn.  Her wiha çeteyên artêşa Tirk a dagirker 4 welatiyên Efrînê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

 

EFRÎN

 
 

Mamoste li meydanan bûn

Li Îranê ji ber rewşa xerab a jiyanê mamosta û kerker li dijî siyaseta dewletê daketin qadan. Gelek mamosteyan li ber Parlanentoya Iranê ya li paytexta Îranê Teranê xwepêşandan kirin û daxwazên xwe anîn ziman. Li başûrê Îranê jî gelek karkerên Kampanya Parisî Başûr ji bo nerazîbûna li hemberî nedayîna heqdestên xwe li qadan bûn.

TAHRAN

 
 

Agir bi konsolosa Romanya ket

Li bajarê Bexdayê yê Iraqê agir bi konsolosa Romanyayê ya Iraqê ket. Hemû karmendên konsolosê hatin rizgarkirin. Hat gotin, tîmên agirkuj gihiştine cihê bûyerê hemû karmendên konsolosê hatine rizgarkirin. Li gorî agahiyan ji bilî ziyana madî, tiştek din çênebûye. Hîn jî sedemê agir nayê zanîn.

 

BEXDA

 
 

DAIŞ çêlekan bi kar tîne

Li gundê Îslah yê Xaneqînê, çeteyên DAIŞ’ê, şeva din bombe bi 2 çêlekan ve kirin û şandin nava gund û piştre jî teqandin. Ji ber teqînê kesek bi sivikî birîndar bû. Bûyer li gundê Îslah ê bajarokê Gulale yê Xaneqînê yê ser bi Diyalayê ve qewimî.Keyayê gundê Îslah Seîf Star got;”Her roj xwediyên lawiran, lawirên xwe dibirin ser rûbarê Sîrwan û bi şev jî lawir bi xwe vedigerandin nava gund.Çeteyên DAIŞ‘ê jî bombe li 2 çêlekan bar kirin. Dema ku çêlek ketin gund, teqandin.”

 

XANEQÎN

 
 
Li Qeredaxê şewat

Li bazaroka Qeredaxê di 4 bûyerên şewatê de, 400 donim pûş û daristan şewitî. Rêveberê Ragihandina Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê Hêmin Kimrixan Efendî bîlançoya şewatê eşkere kir û got:”Di 4 bûyerên şewatê de, li herêma bajaroka Qeredax a Silêmaiyê nêzî 400 donim poş, pawan û daristan şewitî. Ji ber tometa şewitandinê kesek hatiye binçavkirin. Der barê vî kesê tewambar de lêkolîn tê kirin.“

 

SILÊMANÎ

 
 

Li Balekayetî kampanya paqijiyê

Jîngehparêzên Balekayetî kampanya xwe ya paqijkirina gundan dewam dikin. Jîngehparêzên Balekayetî bi alîkariya ciwanan doh dest bi paqijkirina gundê Wertî kirin. Li gund zêdetirî 200 torbe gelaş komkirin. Wê kampanya wan dewam bike.Yek ji endamê Desteya Parêzerên Jîngeha Balekayetî Pêşewe Feqî eşkere kir ku kampanya wan a paqijiyê ji bo gund û cihên geştyariyê yên Balekayetî ne. 

 

 BALEKAYETÎ