Doh li Dihokê agir bi Kampa Penaberan a Şaryayê ket. 15 kon û 2 wesayît şewitîn.

Tê gotin agir ji ber pirsgiraka elektrîkê rûdaye û di encamê de 15 kon û 2 wesayît şewitîne. Ji şêniyê kampê Xelîl Saleh axivî û got “Doh saet di 13.30’an de ji ber elektrîkê agir bi kampê ket. Şêniyên kampê xwestin şewatê bitefînin lê nekarîn. Heta ku tîmên îtfaiyeyê hatin 15 kon û 2 wesayît şewitîn. Di şewatê de tiştek bi kesî nehat lê xisareke zêde ya maddî çêbû.

 

DUHOK

 
   

Di qezayê de 6 kes mirin

 

Li ser rêya navçeya Xaneqîn-Kubaşî qezayek tirafîkê rûda. Di encama qezayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Qeza doh nîvro li ser rêya di navbera navçeya Xaneqîn û bajarokê Kubaşî de qewimî. Ji ber ku du erebe li hev qelibîn qeza pêk hat. Li gorî zanyariyên hatin bi destxistin, di nava qurbaniyan de 5 kes ji heman malbatê ne. Birîndaran rakirine Nexweşxaneya Giştî ya Baquba.

XANEQÎN

 
 

Du bira winda ne

   

Du bira, Mehmûd Hebeş û Idrîs Hebeş ji destpêka aloziya Sûriyê ve winda bûne û heta niha ti agahî ji wan nehatiye girtin. Sala 2011’an piştî êrişên li ser qereqola rêjîma Sûriyê ya li taxa Eşrefiyê ya Helebê çêbû, Mehmûd ji malê derdikeve û ji wê demê ve malbat lê digere lê heta niha ti agahî jê nehatiye girtin. Birayê Mehmûd, Idrîs Hebeş ê 44 salî jî bavê 3 zarokan e. Idrîs di sala 2013‘an de dema ji kar vedigere malê ji aliyê çeteyên “Lîwa Şuheda Bedir” ve tê girtin û ji wê demê ve nayê zanîn bê sax e, an jî mirî ye. Dayika Mehmûd û Idrîs, Zeyneb Seydo qala bûyera windabûna kurên xwe kir û got: “Ev 8 salin ez nizanim bê kurên min sax in an jî mirî ne. Ne bi şev û ne bi roj ez xew nakim. Ez hertim wan difikirim.”

HELEB


 

Li kampa Holê rewş xirab e

Penaber û koçberên li kampa Holê dimînin nerazîbûn nîşanî rêxistinên mirovî dan. Li kampa Holê ya ser bi kantona Hesekê, bi deh hezaran koçberên Sûriyê, penaberên Iraqê û malbatên çeteyên DAIŞ‘ê yên biyanî lê dimînin. Saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihilatê Sûriyê li gorî derfetên di destê wan de alîkariyê dikin. Bi hatina germa havînê re rewşa niştecihên kampê dijwartir dibe. Koçber û penaber ji ber paşguhkirina rêxistinên alîkariyê bi gazinin û dibêjin, “Pileya germê bilind e, pêwîstiyên me yên rojane têra me nakin. Ji ber kêmbûna xizmetan em zehmetiyan dikşînin.”

 

HESEKÊ