Bakur bû xwedî helwêst
Partiyên Bakurê Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk yên li dijî Şengal û Mexmûrê helwêsteke hevpar nîşanda û êriş şermezar kirin. Wan bang li Tirkiyeyê jî kir ku bi awayeke aşitiyane reftarî bi gelê Kurd re bike. HDP, DBP, AZADÎ, PDK-T, PDK, PÎA û KKP´ê bi hev re daxuyanî da û got, “Derdê Tirkiyeyê yê sereke ew e naxwaze li Rojavayê rêveberiyeke federe ya wekî Başûrê Kurdistanê çêbe. Em bang li îqtîdara siyasî ya Tirkiyeyê dikin ku destekftiyên li welatê me û gelê me yê li wî aliyê sînor nas bike û bi wan re bi awayekî aştiyane tev bigere û bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bike!”
AMED
YE´yê qaşo hişyar kir
Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ji ber gefxwarinên Tirkiyeyê yên li dijî Bakurê Sûriyê daxuyaniyek da û Tirkiye hişyar kir da ku xwe ji operasyoneke yekalî a li dijî Bakurê Sûriyê dûr bigire û zirerê nede têkoşîna li dijî DAIŞ’ê. Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve û Siyaseta Ewlekariyê ya YE´yê Federica Mehoherini rewşa Minbicê jî bi bîr xist û got, “Girîng e ku nexşerêya di navbera Minbic û Tirkiyeyê de baş were pêkanîn.” Mogherini di dawiyê de Tirkiye hişyar kir da ku astengiyê ji operasyonên li dijî DAIŞ’ê re çêneke.
BRUKSEL
Komîteya destûrê ne rewa ye!
Piştî foruma li paytexta Qeterê Dohayê, civînek der barê “Têkoşîna ji bo edaletê” de hate lidarxistin. Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Staffan de De Mistura di wir de got destûr xala destpêkirinê ye û dabeşkirina desthilatdariyê pirr girîng e, lê ew di biryara 2245`an de tine ye: “Çi qas dewleteke mezin û girîng be jî, biryara dawîn a NY’yê ye û heke erêkirina destûrê nebe, ew destûr ne rewa ye.”
Her wiha De Mistura destnîşan kir ku heta dawiya 31’ê Kanûnê bi awayekî bê navber ji bo çareseriya aloziya Sûriyê dê kar bike.
DOHA
Agirbest e û şer giran e
Tevî ku agirbest di civîna Stockholmê de hat ragihandin jî, li parêzgeha Hudeyda ya rojavayê Yemenê şerekî dijwar di navbera aliyan de rû da. Çavkaniyên ji herêmêragihand ku 29 kes di şerê Hûsî û hêzên Yemenê de hatin kuştin û 22 ji wan Hûsî ne. Çapemeniya Hûsiyan jî got, bi zêdetirî 50 roketan êrîş hatine kirin û 7 caran balafirên şer El-Dirêhmî bombebaran kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN
Madeyên hişber zêde bûne
Niştecihên bajarokê Xurmatû li ser belavbûna madeyên hişber bi fikar in û dibêjin, heger rê li hemberî van madeyan neyê girtin, wê bi xwe re metirsiyek mezin bînin. Li gorî rêjeyan jî tenê îsal 280 kesên ku bi madeyên hişber bazirganiyê dikirin, hatine girtin. Endamê Encûmena bajarokê Xurmatû Elî Hesen li ser meseleyê dibêje, “Li ser vê mijarê em bi hêzên parastinê re jî axivîn, me daxwaz ji wan kir ku lêkolînê bidin destpêkirin. Herwiha me daxwaz ji dibistanan jî kir ku li ser vê mijarê xwendevanan hişyar bikin.” Ciwanê bi navê Yusuf Germiyanî ji dibêje, bi hatina milîsên Şîî û piştî bûyerên 16’ê Cotmehê di nava ciwanan de madeyên hişber gelek tên bikaranîn û ev rewş aramiya bajarok xira dike.
XURMATÛ
6 bazirganên narkotîkê hatin girtin
Berdevkê Rêveberiya Asayîşa Raperînê, Mihemed Fazil eşker kir ku ji ber bazirganiya madeyên hişber 6 kes hatine destgîrkirin. Fazil got, wan dest danîye ser 930 giram madeyên hişber û 984 pakêt hebên T- Dol-200. Li ser sedema zêdebûn bazirganî û bikaranîna madeyên hişber jî Fazil got: “Sedema sereke cîrantiya me ya bi Îranê re ye. Ji ber ku di sînoran re madeyên hişber derbasî Herêma Kurdistanê dibin.”
RANYA