Rojnamevan Biryar Mihemed piştî 25 rojan bi kefalet hate berdan. Nûçegihanê Rojnewsê Biryar Mihemed 21’ê Tebaxê ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hatibû binçavkirin. Biryar Mihemed doh bi kefalet hate berdan. Biryar Mihemed li ser berdana xwe got; “Tevî ku girtîgeh bi xwe êşkence ye, lê di dema van 25 rojên girtî de ti êşkence û heqaretek li min nehat kirin.” Hêjayî gotinê ye ku rojnamevan Zûbêr Biradostî ji 21’ê Tîrmehê ve li herêma Biradostî hatiye binçavkirin û heya niha nehatiye berdan.

 

HEWLER

 
 

Pênûs û çente ji bo zarokan

Yekitiya Hilberîneran a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hezar çenteyên dibistanê û pêdiviyên dibistanan ji zarokên li kampa Şehbayê re şandin. Yekitiyê bi dirûşma “Bi pênûsa xwe bi ser dikevim” çente û pêdiviyên dibistanan ji şagirtên seretayî yên li kampa Şehbayê re şandin. Hevseroka Yekitiya Hilberîneran a Helebê Elîfê Eslan got: ”Em weke hilberînerên Helebê dest bi hemleya desteka şagirtên Efrînê yên li Şehbayê dikin. Em ê bi dil û can bi wan re bin. Dewleta Tirk zêdetirî 40 hezar xwendekar ji xwendinê mehrûm kirin. Lê tevî zehmetî û bê derfetiyan jî xwendekaran careke din dest bi xwendina xwe kirin. Em ê heta dawî alîkariya wan bikin.”

 

HELEB

 
 

Balafirgeha Lîbyayê hate bombekirin

 

Balafirgeha Matîqiyê ya Lîbyayê hate bombebarankirin. Çavkaniyên eskerî yên hêzên Hikumeta Wîfaq El-Wetenî ya Lîbyayê diyar kirin ku doh sibê balafirgeha Matîqiyê ya li paytext Terablusê hate bombebarankirin. Gelek caran balafirgeh dihat bombebarankirin, ji ber vê desthilatê rêwîtiyên asmanî ji balafirgeha paytexta Lîbyayê veguhastin balafirgeha bajarê Misrata ya li rojhilatê Terablusê. Çavkaniyên eskerî yên hêzên Hefter ragihand ku balafiran êrişî nuqteyên li rojhilatê baregehên eskerî yên li balafirgeha Matiqiyê kir û ziyan tune ye. Di heman demê de li eniyên leşkerî car bi car şer rû da.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Li Dêrikê xizmeta tenduristiyê

Navenda Heyva Sor a Kurd li Dêrikê xizmetên bijîşkên bê pere pêşkêşî şêniyan dike. Heyva Sor a Kurd bûye palpişt ji bo dermanfiroşên li Rojava. Heyva Sor a Kurd di dirêjahiya salên şoreşa Rojava de li gelek bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê navend vekirin. Yek ji wan jî  Navenda Şaxa Heyva Sor a Kurd li bajarê Dêrikê ye. Heyva Sor a Kurd li Dêrikê ji şêniyên navçeyê û gundên bejahiya Koçerat û Berav re bi rêya navendên tendirustî xizmetan pêşkêş dikin. Navend saet ji 8’ê heta 11 nexweşiyên zarok û jinan pêşwazî dike. Ji saet 11 heta 13’ê nexweşiyên hundirîn û ji saet 13’ê heta êvarê hemû rewşên nexweşên dîtir pêşwazî dike. Xizmeta lêmeyzekirina nexweş û danîna derman bê pere ye.

 

DÊRIK

 
 

Di qezayê de 2 kes mirin

 

Li ser rêya di navbera Pêncwên-Nalparêz di qezaya trafîkê de du kesan jiyana xwe ji dest da û sê kes jî birîndar bûn. Li ser rêya navçeya Pêncwên û bajarokê Nalparêz ên ser bi parêzgeha Silêmanî di encama qezaya trafîkê de du kesan jiyana xwe ji dest da û sê kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dane xelkê bajaroka Tekye ya ser bi Çemçemalê ne û ji bo geştê wê çûbana Rojhilatê Kurdistanê.

   

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Qonaxa pêncan dest pê kir 

 

Operasyona pêncem ya îradeya Nesr ji bo paqijkirina çeteyan ji Başûrê Enbar û Bakurê Kerbelayê destpê kir. Li gorî daxuyaniya cîgirê fermandeya operasyona hevbeş ya Iraqê Reşîd Yarela, piştî serkeftina operasyona qonaxa çarem ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê, doh danê sibê bi fermana serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî operasyona qonaxa pêncem li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatiye destpêkirin. Li gorî daxuyaniyê operasyon li Başûrê Enbar û Bakurê Kerbelayê li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatiye destpêkirin. Hêzên Iraq, Heşdî Eşayerî, Heşdî Şebî, polîs, hêzên asmanî yên Iraq û balafirên hevpeyamana navnetewî tevlî operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê bûne.

 

BEXDA