Li navçeya Kelar a Germiyanê hunermendê Kurd Hesen Zîrek di 47’emîn salvegera wefata xwe de bi merasîmeke hunerî hate bîranîn. Bîranîn li çayxaneya milet a navçeya Kelar a Germiyan pêk hat û gelek kes beşdar bûn. Di destpêka bîranînê de nameyek der barê jiyana Hesen Zîrek de hate xwendin. Piştre ji aliyê komek ciwanên hunermend ên heremî ve stranên Hesen Zîrek hatin gotin.
KELAR
Şewata zeviyan gihişt malan
Şewata ku li zeviyên çandiniyê yên li rojhilatê Kobanê derketî, gihişte mal, bax û baxçeyên gundiyan. Li zeviyên çandiniyê yên gundên Elî Şar, Merc Îsmaîl, Kezkan û Dawûd yên rojhilatê Kobanê şewat derket û di demeke kurt de belavî herêmeke berfireh bû. Di şewatê de bi sedan donim zevî, baxçe û dar şewitîn. Şewat belavî malên gundiyan jî bû. Tîmên agirkujê di demeke kurt de gihiştin cihê şewatê, di encama hewldanên gundî û komîteya rewşên lezgîn de şewat hate kontrol kirin.
KOBANÊ
Belavokên bê çaretiyê belav dike
Faşîzma AKP-MHP’ê ku di siyaseta hundir û derve de xitimiye rê û rêbazên gennî yên êrişê diceribîne. Li şerê xwe yê taybet, belavkirina belavokan jî zêde kir. Artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê û deverên Başûrê Kurdistanê belavokên bi nivîsa “Teslîm bibe, azad bibe” belav dike. Gerîla vê yekê weke rêbazeke pêkenok dibîne û dibêjin: “Ev kaxizên ku dijmin li Herêmên Parastinê yên Medyayê belav dikin, nîşan dide ku dijmin çiqasî qirêj e. Her wiha nîşan dide ku heta niha her rê û rêbaz bi kar aniye, lê bi ser neketiye.”
BEHDÎNAN
DAIŞ’ê 2 jin qetil kirin
Çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundê Xezrecî yê ser bi parêzgeha Nînova kirin. Di êrişê de 2 jin hatin kuştin û gelek zarok û serekeşîrek jî birîndar bû. Li gorî çapemeniya Iraqê, doh danê sibê çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundê Xezrecî yê qezaya Baec ê rojavayê Nînova kirin. Niştecîhên gund bersiva çeteyan dan. Di êrişê de 2 jin hatin kuştin. Gelek zarok birîndar bûn. Herwiha serekeşîrê bi navê Batah Gehêt jî birîndar bû.
MÛSIL
Îranê kolberê 16 salî qetil kir
Doh êvarê li herêma sinorî ya li nêzî bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek temen 16 salî ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hat qetilkirin. Kolberê jiyana xwe ji destdayî bi navê Hêmin Salehpur e, temen 16 salî ye, xelkê gundê Alut yê girêdayî navçeya Alan a ser bi bajarê Bane ye.
BANÊ