Jineke DAIŞ`î ya ji Azerbeycanê, neviya xwe ya 14 salî li Kampa Holê kuşt ji ber ku serçavk ango peçe li xwe nekir. Piştî têkbirina eskerî ya DAIŞ´ê, tehlûkeya fikrên wan bi kuştinê jî dewam dike. Beriya bi sê rojan, pîrejina bi navê Hediya ya ji Azerbeycanê, neviya xwe ya bi navê Kol So (14) ji ber ku serçavk li xwe nekir, kuşt. Li gorî raporên nexweşxaneya Wetenî a li Hesekê, pîrejinê bi lêdan, derbehişk û êşkenceyê neviya xwe kuştiye. Rêveberên kampa Holê teqez kir ku divê civaka navdewletî ji bo rawestandina belavbûna firkên DAIŞ`ê êdî bi erka xwe rabe.
HESEKÊ
30 hezar ton ceh ji Şengalê tên kirrîn
Şirketa El-Mabeyn El-Nehrîn a Hikûmeta Iraqê beriya bi demekê li Şengalê navenda komkirina ceh vekiribû. Şirketê da zanîn ku ew ê îsal 30 hezar ton ceh ji cotyarên Şengalê bikire. Li Şengalê îsal ji sedî 60 erdê çandiniyê hatibû çandin, lê zeviyên çandî ji sedî 40 şewitîn. Rêveberê şirketê, Ebdulqadir Muhemed da zanîn ku wan dest bi wergirtina ceh kiriye û ji bo her tonek ceh 420 hezar dînar pere didin cotyaran.
ROJNEWS / ŞENGAL
Li kujerê Dilînê 10 sal ceza
Dadgeha Dihokê cezayê darvekirinê da kujerê Dilîna 10 salî ya li Dihokê. Li Dadgeha Dihokê doh rûniştina doza ji ber kuştina Dilîn Welîd a 10 hebû. Di rûniûtinê de tohmetbar jî amade bû. Dadgehê biryara bidarvekirina kujer da. Di 5’ê Hezîranê roja duyê ya Cejna Remezanê de li Dihokê zilemekî 47 salî, Dilîn Welîd bi armanca destirêjiyê revandibû. Piştî ku Dilîn rê nade destdirêjî lê were kirin û kir hewar kir. Vî zilamê hov jî bi daran Dilîn qetil kiribû.
ROJNEWS / DIHOK
Berhevkirina alifê sewalan
Di destpêka demsala Havînê de xwediyên sewalan li deşta Şarezûr dest bi berhevkirina alif dikin ji bo di Zivistanê de bidin sewalên xwe. Bi bipêşketina amûrên çandiniyê re bi taybetî amûrên ji bo komkirin û rakirina pûş û kayê, karê xwediyên sewalan jî hêsan bûye.
ŞAREZÛR
Meclis xizmeta xelkê dike
Meclisa Gel a bajarokê El-Besîra ya gundewarên rojhilatê Dêra Zorê xizmetên sereke dike ji şêniyên bajarok û gundên girêdayî wê. Meclisê di demeke kin de gavên erênî ber bi jinûveavakirina bajarok ve avêtin. Ava vexwarinê û avdanê ji bajarok û gundên girêdayî wê re peyde kirin.
DÊRA ZOR