Girtiyê siyasî yê Kurd Kemal Hesen Remezan ê cezayê darvekirinê lê hatî birîn, ji Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê veguhestin cihekî nediyar. Kemal Hesen doh nîvro ji Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatî derxistin û kes nizane bê ew birine kur. Li gorî nûçeyek ya Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, veguhestina Kemal Hesen Remezan ji ber nerazîbûn û çalakiyên greva birçîbûnê yên di rojên borî de ji aliyê girtiyên siyasî ve pêk hatiye. Kemal Hesen Remezan xelkê Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê ye, temenê wî 33 sal e.
ÛRMIYE
Li Efrînê sûcên li dijî mafê mirovan didomin
Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li navçeya Raco ya kantona Efrînê 6 sivîlên din revandin. Li gorî çavkaniyên herêmî li gundê Belîlko yê navçeya Racoyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker doh bi şevê girtin ser gund û 6 kesên bi navê Receb Horor 26 salî, Behzad Dawhûd 33 salî, Elî Hisên 24 salî, Mihemed Hisên 23 salî, Mihemed Reşîd Hemade 55 salî û Mustefa Hemada 24 salî hatin revandin.”
EFRÎN
Bajarê xwe ji nû ve ava dikin
Şaredariya Gel a Reqayê di çarçoveya jinûveavakirina bajêr de xebatên xwe dewam dike. Şaredariyê gelek rêyên sereke yên bajêr qîr kirin û hîna jî xebatên qîrkirin û serersatkirinê dewam dikin. Li gorî rêveberan heta niha proje ji sedî 50 pêk hatiye. Endezyar û berpirsên projeya sererastkirina rêyan Îsa El-Esaf got: “Şaredarî bi hemû enerjiya xwe bi Şîrketa Şemal re dixebite da ku xebatên ziftkirina rêyên gund û bajar bi lez bi dawî bike. Xebat bi rêxistinkirî û li gorî pîvanên şaredariyê tên meşandin. Heta niha firehiyek bi qasî 26 hezar kîlometre kabik hatiye qîrkirin.
REQA
Di qezeyê de 4 kes mirin
Li navçeya Xurmatû ya Selehadînê doh êvarî otobusek û taksiyek li hev qelîbîn. Di encama qezayê de 4 polîsan jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên Rêveberê Polîsên Trafîka Xurmatû Zenun Berzincî otobusa rêwiyan ber bi Bexda ve diçû û taksî ber bi Xurmato ve dihat. Herwiha hate gotin ku her çar polîsên jiyana xwe ji dest dane, dewama wan xelas bibû, vedigeriyan malên xwe.
XURMATÛ
Welatiyek kuştî hat dîtin
Li gundê Bêsrê yê bi ser Dihokê ve, di erebeyekê de cenazeyê welatiyekî bi guleyê kuştî hat dîtin. Bûyer li ser rêya gundê Bêsrê ya ser bi bajarokê Zawîte a ser bi Dihokê ve çêbûye. Tê îdiakirin ku welatî bi guleyê hatiye kuştin. Di daxuyaniyeke rêveberiya polîsên Dihokê de, hat gotin, hîn jî nayê zanîn bê ka ew welatî ji ber çi hatiye kuştin, yan jî xwe kuştiye. Polîsan da zanîn ku wan lêkolîn dane destpêkirin. Cenazeyê welatiyê tê îdia kirin hatiye kuştin, şandin tipa edlî ya Dihokê.
DIHOK
Li rojhilatê Girê Spî dewriyeyên hevbeş
Hêzên Emerîkayê yên di Koalîsyona Navneteweyî de bi hevkariya Meclisa Leşkerî ya Girê Spî doh sibê ji gundê Heşîşê li rojhilatê bajarê Girê Spî dest bi dewriyeyên çavdêriyê kir. Bi navbeynkariya Amerîkayê, QSD`ê û dewleta Tirk li ser ewlehiya sînoran û gera dewriyan li van herêman li hev kirin. Gava yekemîn ji lihevkirinê, rakirina mewzî û noqteyên QSD`ê ji herêma di navbera bajarê Serêkaniyê û Girê Spî de bû. Her wiha di çarçoveya gava duyemîn de, derketina dewriyeyên leşkerî di navbera hêzên koalîsyonê, eskerên Tirkiyeyê û Meclîsên Eskerî yên herêmî de bû.
ANHA / GIRÊ SPÎ