Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan serdana Bexdayê kir û bi rêveberên Iraqî re rûnişt. Le Drîan, piştî hevdîtina bi wezîrên karên derve yên Îran û DYE’yê re, serdana Bexdayê kir. Le Drîan bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî Mehdî re rûnişt. Beriya serdana Iraqê  wî pêr daxuyaniyek dabû û gotibû, şerê li Sûriyeyê hîna neqediya ye û yên dibêjin çeteyên DAIŞ’ê qediyane, şaş in. Le Drîan ji bo Iraqê jî got, Fransa wê niha dest ji şerê li Sûriyeyê û Iraqê bernede.

 

BEXDA

Melik Ebdullah gihişt Bexdayê

   

Melikê Urdunê, Ebdullah ibn Huseyin, gihişt paytexa Iraqê Bexdayê. Serdana melik ji bo lêgerîna têkiliyên hevpar ên di navbera her du welatan de ye. Li gorî nûçeya Spûtnîkê, çavkaniyekê diyar kiriye ku Melik Ebdullah ibn Huseyin doh gihiştiye Bexdayê û ew ê bi armanca bipêşxistina têkiliyên aborî, siyasî û ewlekariyê di navbera her du welatan de hevdîtinan bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

Berê Ruhanî jî li Bexdayê ye

   

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi şandeke siyasî û aborî ku ji 30 kesan pêk dihat doh serdana Bexdayê kir. Gava nûçeya me dihat amadekirin, çav li rêbû kuew bi wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm, serokkomarê Iraqê Berhem Salih re bicive.  Zerîf di daxuyaniya xwe ya beriya hevdîtinan de diyar kir ku şandeya wan li gel çend wezaretên din yên Iraqê jî wê bicive, û eşkere kir ku serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî di meha Adarê de wê serdana Iraqê bike.

 

BEXDA

Li Tehranê balafirek ket xwarê

   

Balafireke barhilgir ya bi tîpa 707 li paytexta Îranê Tehranê kete xwarê. Li gorî ajansên Îranê li herêma Sefadeşta Tehranê, balafireke barhilgir ketiye xwarê. Li gorî agahiyan di balafirê de 16 kes hebûn. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê, ji balafira ketî xwarê tenê makînîstek sax filitiye, 15 kesên mayî jî mirine. Ajansa Tasnim, ragihand ku ev balafira kargo ya eskerî ji paytexta Kirgizistanê Bişkekê goştbarkirî vedigeriya bû. Li gorî ajansa IRIB, balafir ji pîstê bihuriye û li avahiyekê qelibiye.

 

TEHRAN

Li Reqayê projeya dirûnkariyê dest pê dike

 

Buroya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê, bi alîkariya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo alîkariya xurtkirina aboriya jinan projeyên nû bi pêş dixe. Projeya Mala Mûnê û Atolyeya Dirûnê li taxa El-Meşleb ji van projeyan in. Komîteyê dest bi amadekariya atolyeyê kir. Der barê mijarê de rêvebera Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Feyroz El-Xelîl diyar kir li ser projeya atolyeya dirûnê got: “Atolye wê ji bo xurtkirina aboriya jinan û li ser bi keda xwe misogerkirina debara xwe ya jinan, bixebite.”

 

ANHA / REQA

Eskerên Tirk bê ceza dikujin

   

Li bajarê  ê Bakurê Sûriyê Cerablusê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, wesayîteke zirxî ya dewleta Tirk pê li ciwanekî kir û wî ciwanî jiyana xwe ji dest da. Wesayîteke zirxî li nêzî gundê El-Bîda yê Cerablusê pê li ciwanê siwarê motorbisiklêtê kir.  Çavkaniyên ji gund da zanîn ku pêlêkirina ciwan hatibû plankirin. Ji ber ku piştî ku wesayîtê li ciwan xist, lê nesekinî û rêya xwe dewam kir.

 

ANHA / CERABLUS

Mergeda sûka gelêrî

   

Sûka gelerî ya bajarokê Mergeda ya girêdayê kantona Hesekê, jêdera debara şêniyên bajarok e. Bajarokê Mergeda di 5`ê Mijdara 2017`an ji aliyê QSD`ê ve hate rizgarkirin. Piştî paqijkirina bajarok ji bermahiyên çeteyan bi hezaran şênî vegeriyan malên xwe û ji nû ve dest bi avakirina jiyanê kir. Li bajarok sûka gelêrî heye, ev cihê sereke yê şêniyên bajarok e ku pêdiviyên xwe yên rojane lê peyde dikin. Şênî dixwazin ku komîteya zimheriyan kontrolên buha birêkûpêk li sûkê bike.

 

ANHA / HESEKE