Li gundewarên navçeya Eyn Îsayê, doh sibehî bi dehan hektar zevî şewitîn. Zewî saet 10:00´an li rojhilatê navçeyê li ser rêya Reqayê şewitîn. Şewatê ji herêma Xurbe Elaya ber bi Til Xinzîr ve dest pê kir. Ev her du herêm jî digihîjin navçeyê. Erebeya agirkujiyê karî di navbera 45 deqeyan de şewatê vemirîne. Lê di encama şewatê de nêzî 50 hektar erd şewitî. Li aliyê dîtir jî aliyên peywendîdar der barê şewatên berê de ku DAIŞ’ê berpirsiyarî hilgirtibû ser xwe, lêpirsînê dike. Ev îsal şewata 4’an a li nav zebiyan e ku li herêma Eyn Îsayê pêk tê.

 

ANHA / EYN ÎSA

 
 

Li Til Birak 200 donim şewitîn

Li herêma di navbera navçeya Til Birak a kantona Qamişlo û gundê Sifeya yê Hesekê de, agir bi zeviyên ceh û gemin ket. Hêzên Hawarê û Agirkujiyê bi hevkariya şêniyan piştî kedeke 2 saetan, agir vemirand. Li gorî navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi qasî 200 donim erdê çandî şewitiye.

 

ANHA / HESEKÊ

 
 

Serokê polîsê zanyarî hat kuştin

Di encama şerekî çekdarî navbera polîsên zanyarî yên Kirmaşanê û komeke çekdar de, serokê polîsên zanyarî (îstîxbarat) yê bajarê Şabad yê parêzgehê hate kuştin û fermanderekî payebilind jî birîndar bû. Pêr bi şev şerî li taxeke Şabadê rû da. Serokê polîsên zanyarî yê kuştî, Kuruş Hacîmuradî ye. Ajanseke fermî ya Îranê jî şer û kuştina serokê polîsên zanyariyê piştrast kir. Heta niha nehatiya zanîn ka ev koma  bi polîs re şer kirî bi ser çi alî yan jî komê ve ye.

 

ROJNEWS / KIRMAŞAN

 
 

Li Yemenê qurbanên şer zarok in

 

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya zarokan UNICEF’ê ragihand ku li Yemenê di dirêjahiya 10 rojên dawîn de 27 zarok hatine kuştin û birîndarkirin. Rayedara UNICEF’ê Henrietta Fur pê êvarê da zanîn ku 7 zarok îna bihurî di êrişên li benzîxaneyekê li midûriyeta Mawiye ya parêzgeha Teiz a başûrê rojavayê Yemenê hatine kuştin. Hinek zarokên din jî li Senayê di encama bombebaranê de hatine kuştin. Wê got, ev hejmara NY fêr bûyî ye û hejmar ji wê zêdetir e. Wê bang li aliyên peywendîdar kir da ku ji bo bidawîkirina şerî û parastina zarokan kar bikin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Greva giştî li Sûdanê

 

Kombûna Pîşeyî ya Sûdanê got, danûstandin bi Meclisa Leşkerî ya Demkî re bi dawî nebûne, lê ew demkî ye û dibe ku her kêlî dest pê bikin. E-Erebiyê Nêt ragihand ku kombûnê şertê destpêkirina danûstandinan wiha diyar kiriye: “Wê kêliyê danûstandin dest pê dikin ku Meclisa Leşkerî pêşniyaza danûstandinan ji aliyê Tevgera Azadî û Guhertinê ve erê dike û qebûl dike ku serokatiya meclisa serwer sivîl û dewrî be.” Kombûnê ji bo meseleya bendan ku meclisa demkî berê li ser li hev kiribû, got, ew hîna heye. Kombûnê banga greva giştî 28 û 29`ê Gulanê kir da ku zext li ser Meclisa Leşkerî bê kirin ji bo qebûlkirina desthilata sivîl.

 

NAVENDA NÛÇEYAN