Bi rasthatina cenjna Remazanê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi hevkariya Dîwana Edaletê 26 girtiyên taxê ku bi tawanên demkî hatibûn girtin, serbest berdan. Yanî 26 girtiyên bi tawanên wekî dizî, lêdan û gotinên nebaş di hepsê de, ketin ber efûyê. Hêzên Ewlekariya Hundirîn 26 girtî bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl, partî û Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê serbest berdan. Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Qehreman Bekir û hevserokê Dîwana Edaletê Abdulqadir Mûse girtiyên hatine berdan ji bo dûrketina ji reftarên derqanûnî hişyar kirin.
ANHA / HELEB
Li Navenda Baqî Xido şevbihêrkek
Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê, pêr bi şev bi beşdariya komên hunerî şevbihêrkek li dar xist. Bi rasthatina cejna Remezanê û zindîkirina folklora Kurdî, Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê, şevbihêrkeke hunerî organîze kir. Şevbihêrk bi beşdariya bi dehan şêniyên bajarê Kobanê û bi pêşkêşiyên komên stranan hate birêvebirin. Şevbihêrk li qada navendê bi beşdariya komên Şehîd Gîvara, Şehîd Botan û Koma Kolav pêk hat. Pêşbirka “Pirs û Bersiv” jî hate organîzekirin û piştre xelat li kesên serketî hatin belavkirin.
ANHA / KOBANÊ
Kuştina kolberan hat şermezarkirin
Komîteya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li bajarê Youtobor ê Swêdê bi çalakiyekê kuştina kolberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir. Komîteya PJAK’ê ya li bajarê Youtobora Swêdê bi armanca şermezarkirina kuştina kolberên Kurd ji aliyê rejima Îranê ve, çalakiyek bi dirûşma “Na ji kuştina kolberan re” li dar xist. Hema dirûşm di dema çalakiyê de hat gotin û dovîzên bi wê nivîsê jî hatin hilgirtin. Di çalakiyê de belavokên qala jiyana kolberan û êrişên rejima Îranê yên li dijî wan dikin jî li welatiyan belav kirin.
STOCKHOLM
Hevpîşeyên me berdin
Li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Kirmaşanê hejmarek mamoste li dijî mamostayên hatine girtin, çalakiyek li dar xist û daxwaza berdana hevpîşeyên xwe kir. Mamostayan li dijî ji kar dûrxistin û girtina hevpîşeyên xwe ev çalakiyeka hanê kir. Di çalakiyê de mamosteyan li hemberî girtina mamosteyan nerazîbûn nîşan da û xwest ku hevpîşeyên wan bên berdan. Di çalakiyê de mamosteyan piştgirî da mamoste Mihemed Hebîbî ku ji kar hatiye dûrxistin. Momosteyan wekî din dovîzên li ser wan ‘Cihê mamosteyan ne heps e’ û ‘Em plana ji kar dûrxistina Mihemed Hebîbî şermezar dikin’ nivîsandî, hilgirtin.
ROJNEWS / KIRMAŞAN