Cezayîrê deriyê hilbijartinên serokatiyê yên 4`ê Tîrmehê girt, ji ber ku heta niha ti bernamzetan belgeyên pêwîst ji bo bernamezetiya serokatiyê pêşkêş nekiriye. Têkildarî mijarê çav li rê ye ku Meclisa Destûrî ya Cezayîrê daxuyaniyekê bide û pavajoya hilbijartinan a nû eşkere bike. Li gorî destûrê, dê serokê demkî Ebdulqadir Bîn Salih 90 rojî erka serokatiyê bike û di vê demê de jî dê hilbijartinên serokatiyê werin kirin.
CEZAYÎR
Reqa bi baxçeyan şa dibe
Şaredariya Gel a Reqayê dest bi sererastkirina baxçeyên bajêr kir. Beşa Saziya Ekolojî, Baxçe û Darçandinê ya Şaredariya Gel a Reqayê dest bi amadekariyên baxçeyên giştî kir da ku pêwîstiyên baxçe û rêyan ji darên xemilandinê, gulên rengîn û rakirina bermahiyan bi cih bîne. Endezyarê çandiniyê yê di Beşa Ekolojî û Baxçeyan de Mîzer Ehmed got, “Me gihayên ziyandar rakirin, dar kesaxtin, gihayên hişk rakirin, satil bo daran amade kirin, dîwar li derdorê baxçeyan ava kirin, daniştek danîn û torên kehrebe û kanalîzasyonê amade kirin.”
ANHA / REQA
Welatiyek birîndar bû
Mayîneke artêşa Tirk, pêr êvarê bi niştecihekî gundê Gelekan yê ser bi Dêralokê ve teqiya, ew birîndar kir. Li gorî çavkaniyên herêmî, Nezîf Mihsin ê ji gundê Geleka yê Dêraloka ser bi Amediyê, pê li mayîna artêşa Tirk kiriye. Nezîf Mihsin bi giranî birîndar bû û ew ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Dihokê.
ROJNEWS / DIHOK
5 kes di şewatê de mirin
Di şewata dexlûdanê li Kerkûkê de 5 kes mirin. Li bajarokê Ebasiye yê Hewîce ya ser bi Kerkûkê, pêr êvarê dexil û zeviyê cotyaran şewitî. Xelkê herêmê ji bo vemirandina agir berê xwe da nav zeviyan. Lê di nava dexil û zeviyan de, mayînek teqiya û 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Her wiha li navçeya Daqoq nêzî gundê Metiq ya ser bi Kerkûkê jî bûyerek bi heman awayî rûda û di encamê de pêşmergeyekî Kakayî ê bi navê Hawkar Celîl Celîl şehîd bû û 4 polîs jî birîndarbûn.
ROJNEWS / KERKÛK