PDK ji bo herêmê ji dewleta Tirk re vala bike dem da gundiyan.Li gorî agahiyên herêmî, Asayîşa PDK´ê daxwaz ji rûniştvanên gundan û koçeran herêmên gundên Keşan, Zoma Kanî Delê, gundên Şudnî, Riwîsê, Zoma Siyara Sitewrê û çend cihên din kirine ku herêmê vala bikin. Ji bo valakirinê herêmê ti sedem ji bo welatiyan nehatiye eşkere kirin.Tê gotin ku armanca PDK'ê eve ku meydanê ji bo operasyonên dewleta Tirk veke.
ZAXO
Li Şengalê pirsgirêka benzînê
Ji ber hinek pirsgirêkên di navbera benzînxaneyên hikûmî û taybet de du rojin benzîn ji bo Sinûnê nayê dayîn û ev jî bûye sedema krîzê. Şofêrên Şengalê diyar kirin benzîn nayê benzînxaneyên taybet û yên hikûmî jî pir kêm benzînê didin. Her wiha şofêran di ber nebûna benzînê de hikûmeta Iraqê berpirsyar girtin.Li ser mijarê rêveberê nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê diyar kir ku wê pirsgirêka benzînê çareser bibe.
SINÛNÊ
Artêşa Tirk çek şandin Hemayê
Karwanekî leşkerî yê artêşa Tirk çû herêmên bê çek. Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku karwanekî leşkerî yê artêşa Tirk ku ji 35 alavan pêk dihat ji deriyê Bab el-Hewa re, derbasî herêmên bê çek bû. Karwan ber bi nuqteyên çavdêriyê li bejahiya bakurê Hemayê ve çû. Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên rejîma Sûriyê, nuqteyeke çavdêriyê ya li gundê Şîrmixar ê bejahiya rojavayî Hemayê hefteya bihurî, topbaran kir.
IDLIB
190 cenaze derxistin
Tîma Destwerdanên Destpêkê li herêma Reqayê xebatên xwe yên vekirina gorên komî yên çeteyên DAIŞ`ê û derxistina cenazeyan ji wan, didomîne. Heta niha tîma destwerdanê, qederê 4 hezar û 700 cenazeyên sivîlan û hinek cenazeyên çeteyên DAIŞ`ê ku di wan goran de bûn, derxistine. Goristana Muasker a Telayî, yek ji mezintirîn gorên ku cenazeyên sivîlên ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine kuştin, hatine veşartin; di nava kuştiyan de jin gelek in. Tîma Destwerdanên Destpêkê 190 cenaze ji gora komî derxistin.
REQA
Şêxê êla El-Bûesaf kuştin
Doh sibehê, şêxê êla El-Bûesaf Ubeyd Xelîl Xelef El-Hesan li mala wî ya li bajarokê El-Elî Baceliyê kuştî hate dîtin. Şêxê êla El-Bûesaf Ubeyd Xelîl El-Hesan ji hêla kesên nenas ve li mala wî ya li bajarokê El-Elî Baceliyê yê li kantona Girê Spî hat kuştin. Gule li serî û qirika El-Hesan hatibûn xistin. Der barê bûyerê de, Buroya Têkoşîna Sûcên Rêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Girê Spî dest bi lêkolînê kir.
GIRÊ SPÎ